Fatih Portakal: Ya Pêşmerge ji devê min derket!

Hewlêr (Rûdaw) - Bêjerê kanala FOX TV ya Tirkiyê, Fatih Portakal ku weke nêzîkî opozisyona Tirkiyê tê naskirin, ragihand gotina peyva “terorîst” ji Pêşmerge re, di weşana zindî de ji devê wî derketiye.

Piştî zêdebûna bertekên nerazîbûnê li hember bikaranîna peyva terorîst ji bo Pêşmegre, Bêjerê FOX TV ya Tirkiyê, Fatih Portakal ji gotina xwe vegeriya û ragihand, ku di weşana zindî de ev peyv bê hemdî wî ji devê wî derketiye.

Portakal got, ew bi xwe dizane ku Pêşmerge hêzeke fermî ya bi gotina wî Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) ye.

Li hember bikaranîna peyva terorîst ji bo hêza Pêşmerge, bêjerê kanala CNN Turk û nivîskarê rojnameya Huriyet a Tirkiyê, Ahmet Hakan bersiva dabû Fatih Portakal û jê re gotibû, “li cîhanê ti kes ji Pêşmerge re nabêje terorîst, cahilekî weke te nebe.”

Fatih Portakal di bultena xwe ya 25ê Cotmehê de Hêzên Pêşmerge yên bo piştevaniyê çûbûn Kobanî, weke “terorîst” pênase kir.

Fatih Portakal bi armanca ku AK Partiyê rexne bike wiha got: “Di 29ê Cotmehê Cejna Komariyê de we ji bo derbasbûna teroristan, pêşmerge merasîm saz kir. Ew diçûn  Ayin El Araba (mebesta wî Kobanî ye), we di Cejna Komariyê de ev yek kir. Bêguman hûn dê ji bo wê yekê jî min rexne bikin û ji min re bibêjin terorîst, lê hûn çi dibêjin bibêjin.”

Di Îlona 2014 de, bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê rastî êrişa DAIŞê hat. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê yê wê heyamê Mesûd Barzanî, Pêşmerge bi çekên giran bi rêya Bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanî bû. Piştî şerekî giran Kobanî roja 26 Çileya 2015 ji nav lepê DAIŞê hat derxistin.

Dema ku pêşmerge di 28ê cotmeha 2014an de çûn Kobanî, tenê beşekî biçûk mabû ku bikeve destê çekdarên DAIŞê, lê bi çûna Pêşmerge re rewş hat guhertin û roj bi roj ligel şervanên Kurd pêşde çûn û hemû herêma Kobanî hat kontrol kirin.