Şêwirmendê Erdogan: Topbarankirina cihên YPGê peyameke dostane ye bo Amerîkayê

Navenda Nûçeyan – Şêwirmendê payebilind ê Serokomarê Tirkiyê ragihand, topbarankirina cihên YPGê li rojhilatê Firatê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve peyameke dostane bû bo Amerîkayê.

 

Şêwirmendê payebilind ê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik di malpereke Tirkiyê de  gotarek di derbarê topbarankirina cihên YPGê yên li herêma Zor Magarê ya li rojhilatê Firatê de nivîsî û têde got: “Ev hişyariyek e… Bo Amerîkayê jî peyameke dostane ye, ku guvaşê li YPG/PYD/PKKê nake, daku Minbicê biterikînin.”

 

Îlnur Çevik di gotara xwe de got: “Hewldanên PKKê li rojhilatê Firatê metirsî ne li ser yekrêziya axa Sûriyê û Amerîka jî naxwaze vê yekê bibîne. Rûsya û Îran jî ji vê rewşê nîgeran in. Tirkiyê ev peyam li Efrînê jî da û tişta pêwîst jî kir. Niha êdî hemû çav li ser Minbicê û rojhilatê Firatê ne.”

 

Roja duşemê 29ê Cotmeha 2018a artêşa Tirkiyê li ser sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê cihên YPGê yên li herêma Zor Magarê, ku dikeve rojavayê bajarê Kobanî, topbaran kir. Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro di civîna fraksiyona AK Partiyê de ragihand ku ew dê operasyoneke berfireh li dijî rojhilatê Firatê birêve bibin.

j