Pirsa ewlehiya hilbijartinan di rojevê de ye

Enqere (Rûdaaw) - Demeke dirêje derbarê ewlekariya hilbijartinan de li nîqaş hene. Beriya hilbijartina 7ê Hezîranê jî heman nîqaş di navbera partiyên siyasî de derketin holê. Di pêvajoya hilbijartina pêşwext ya wê di 1ê Mijdarê de çê bibe careke din heman mijar di rojevê de ye. Ji bo li hember bêqayideyên ku di dema hilbijartinê derdikevin bisekinin partiyên siyasî dixebitin. Li gel wan saziyên sivîl yên serbixwe jî di vî warî de çalak in.

Weke beriya hilbijartina 7ê Hezîranê, beriya hilbijartina 1ê Mijdarê jî li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê derbarê ewlekariya sindoqên dengan, dengdayinê û ewlekariya hilbijartinê bi giştî partiyên siyasî gazindan dikin.

Hikûmet li Bakûrê Kurdistanê HDPê û PKKê sucdar dike û îdîa dike ku wê bi darê zorê dengan bistînin. Li gel HDPê partiyên din bi îdîaya diziya dengan hikûmeta AK Partiyê tohmetbar dikin. Li hember vê rewşê her partiyek siyasî tedbîrên xwe distînin. Dîsa hin saziyên sivîl jî di vî warî de ev demeke xebatên taybet dimeşînin.

Platforma Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe Nejdet Taştan ji Rûdawê re got, ew ji 2011an û vir ve li Tirkiyê çavdêriya hilbijantinan dikin û wiha pê de çû

“Li Tirkiyê sîstema hilbijartinê ne demokratîk û zelal e. Li Tirkiyê ewlekariya hilbijartinê weke tenê ewlekariya roja hilbijartinê tê dîtin. Lê ji roja ku pêvajoya hilbijartinê dest pê dike heta roja dawî berdewam dike. Em ê li 20 bajaran çavdêrêriyên serbixwe bikin, li gel hin saziyên sivîl. Ez ê roja hilbijartinê li Cizîrê bim û li wir hilbijartinan bişopînim.”

Hin sazî ji bo ku hilbijartin bi ewlehî derbas bibe, şik û gûman li ser çênebin xebatên agahdarkirina dengdêran çêdikin.

Çavderê Demokrasiyê Alîcan Kiliçarslan jî derbarê dizina dengan de wiha got:

“Bi salane em dibêjin ku diziya dengan çêdibin. Me derbarê wê de raporek amade kir. Rapor ji sê beşan pêk tê. Bêqaîdeyên beriya hilbijartinê, yên dema hilbijartinê û yên piştî hilbijartinê. Em bi vê raporê didin xuyakirin ku mirov dikare pêşî li diziya dengan bigire. Bila dendgêr di dema hilbijartinan de li zerfan baldar bin, li kesên ku numareyên nasnameyên wan tunebin baldar bin.” 

Demeke berê hikûmeta AK Partiyê li Bakûrê Kurdistanê daxwaz kiribû ku hin sandoqên hilbijartinê bên ba hav. Saziya hilbijartinê ya bilind ev tişt qebûl nekiribû. Lê hin lijneyên herêmî yên saziya hilbijartinê biryar girtin ku li hin sendoq bên ba hev.