OPTIMAR: AK Partî bi serê xwe dibe desthilatdar

30-10-2015
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Rûmala Rûdawê Hilbijartinên 1ê Mijdarê OPTIMAR AK Partî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapirsiya herî dawî ya şirketa lêkolînan OPTIMARê AK Partî dengê xwe zêde dike û bi serê dikera bibe desthilatdar.

Şirketa şêwirmendiyê û lêkolînan OPTIMARê di navbera 23 û 27ê Cotmeha îsal de li 27 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar û 200 kesî rapirsiyeke pêk anî.

 

 

Serokê Rêveberiya OPTIMARê Hilmî Daşdemir ji Rûdawê re diyar kir, ji ber ku qedexeya eşkere kirina encamên rapirsiyan wan navê partiyan weke hejmara dane.




Hilmî Daşdemir


Li gorî bersiva beşdariya encamên rapirsiya OPTIMARê wiha ye:

 

Partiya yekem: 44.2

Partiya Duyem: 26.8

Partiya Sêyem: 13.6

Partiya Çarem: 11.8

Partiya Pêncem: 1.3

Partiyên din: 2.6

 

 

Li gor encama rapirsiya OPTIMARê ya herî dawiyê AK Partî bi serê xwe dikare bibe desthilatdar.

 

Hilmî Daşdemir derbarê encamên rapirsiyê de wiha got: “Di vê hilbijartina de li gor hilbijartinên 7ê Hezîranê AK Partî û CHPê dengên xwe zêde dike. AK Partî 3 puana dengê xwe zêde dike û rêjeya dengê wê digihêje ji sedê 44. Rêjeya dengên CHPê jjî dibe derdora ji sedî 26. MHPê herî kêm 2 puanan winda dike.”

 

Daşdemir herwiha got, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinan derbas dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst