Dema herî kurt a xwendinê li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema herî kurt a xwendinê li bajarên Mûş, Şirnex, Agirî, Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên sala 2023yan ên “Dema Xwendinê” eşkere kirin.

Li gorî amaran, dema herî kurt a xwendinê li bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema xwendinê ya her xwendekarekî 17,9 sal e.

Li gorî bajaran, dema herî dirêj a xwendinê bi 20,3 salan li Stenbolê ye û piştre bi 19,7 salan li Karabuk, bi 19,6 salan li Enqereyê ye.

Dema herî kurt li Bakurê Kurdistanê ye

Dema xwendinê ya herî kurt jî li bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 14,9 salan bajarê herî xirab Mûş û Şirnêx ên Bakurê Kurdistanê ne.

Piştî Mûş û Şirnexê bi 15,1 salan bajarên Agirî û Riha û bi 15,8 salan bajarê Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê tên.

Di navbera salên 2019 û 2023yan de dema xwendinê herî zêde bi rêjeya ji sedî 8,3 li bajarê Gumuşhaneyê yê Tirkiyeyê, bi rêjeya ji sedî 4,6 li bajarê Colemêrgê, bi rêjeya ji sedî 2,5 li bajarê Wanê, bi rêjeya ji sedî 2,1 li bajarê Amedê û bi rêjeya ji sedî 1,7 li bajarê Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Jin ji mêran zêdetir dixwînin

Li aliyê din, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya xwendina mêran li gorî sala 2022yan di sala 2023yan de ji sedî 2,8 daketiye û bûye 17,6 sal.

Rêjeya xwendina jinan jî di heman heyamê de ji sedî 0,3 zêde bûye û gihiştiye 18,4 salan.

Dema xwendina mêran herî kêm li bajarên Agirî, Şirnex, Mûş, Riha û Mêrdînê ye.

Her wiha dema xwendina jinan herî kêm li bajarên Mûş, Riha, Şirnex, Agirî û Bêdlîsê ye.