ÎZMÎR - Xelk ji bo xwarina erzan di dorê de ye: ‘Kes nikare!’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Xwaringeha Bajêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xwaringeheke Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya li navçeya Konakê xelk ji bo xwarina erzan dikeve dorê.

Bi dehan welatî ji bo danek xwarina erzan ketin dorê.

Welatiyê bi navê Mehmet Akdag da zanîn:

“Xwarin xweş in. Ez ji navçeya Torbaliyê têm vê derê.

Hevjîna min nexweş e. Ez hem firavînê û hem jî şîvê li vê derê dixwim. Xizmeteke gelekî baş e.”

Li xwaringehê danek xwarinê ku ji 4 cureyan pêk tê tenê bi 50 lîreyên Tirkî ye ku dike dolarek û 45 centan.

Ev jî zêdeyî 4 qat ji xwaringehên asayî erzantir e.

“Mehê tenê carekê dikarî li derve bixwî”

Mamosteya malnişîn Bîrgul Korkmazê got:

“Karekî pir baş e û xelk sûdê jê dibîne. Bi vî nirxî xwarin gelekî zehmet tê peydakirin.

Tehma wan jî gelekî xweş e û em gelekî razî ne.

Li derve zehmet e xwarinê bixwî. Mehê tenê carekê dikarî bixwî, ew jî ne li cihên luks, li cihekî asayî.”

Piraniya kesên di dora xwarina erzan de ne malnişîn in ku bi 12 hezar û 500 lîre meaş li hemberî rêjeya ji sedî 52yê enflasyona fermî û bihabûnê, hewl didin bi derd û bela xwe bigihînin serê mehê.

Malnişîn Fîkret Katidemîrel jî anî ziman:

“Rewşa malnişînan diyar e. Rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin.

Tu ji kê bipirsî heman tiştî dibêje. Jiyan ji bo malnişînan êdî ne rehet e.

Ez nikarim xwarinê li cihekî din bixwim, kes nikare.

Ne tenê malnişîn, karmend jî êdî ji ber bihabûnê tên vê derê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybetî piştî hilbijartinan hejmara Xwaringehên Bajêr an Xwaringehên Gel ku ji aliyê şaredariyên mixalefetê ve tên vekirin roj bi roj zêdetir dibe.

Tevî ku nirxê xwarinên wan li gorî bajaran diguhere jî lê ji xwaringehên derve gelekî erzantir in û welatiyên kêmdahat û hejar dawaz dikin hejmara wan zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst