Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Merzîfonê ya parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyeyê otobûsa rêwiyan wergeriya.

Li gorî zanyariyên destpêkê di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, otobûsa ku ji parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyê diçû bajarê Tokatê, li nêzîkê navçeya Merzîfonê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê, polîs, cendirme û tîmên tendurûstiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînên tîmên peywendîdar ên li cihê bûyerê, hatiye tesbîtkirin ku 6 kesan canê xwe ji dest daye û 35 kes jî birîndar bûne.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Merzîfonê.

Lê heta niha ti hûrgiliyên din derbarê tenduristiya birîndaran de nehatine belavkirin.