Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê Nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur yê Amerîkayê McGurk de got: “Ev kes wek derhênerê PKK/YPG/PYDê ye. Ketiye milê rêxistinên terorê û li wir digere.”
Recep Tayyip Erdogan doh serdana Rûsyayê kir û li bajarê Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn civiya. Erdogan û Putîn mijarên Sûriyê, gaza xwezayî, kirîna beşa duyemîn a S-400an, korîdora Karabaxê û têkilyên du alî gotûbêj kirin. Erdogan dema vegeriya Tirkiyê di balafirê de, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan got: “Mijareke em bi taybetî li ser sekinîn jî hebûna PKK/YPGyê ya li Moskowê bû. Mîn anî bîra Putîn. Min got 'em hevkariya xwe ya têkoşîna li dijî terorê' zêde bikin. Di mijara S-400an de pêvajoya me berdewam e. Em paşda gav navêjin. Em bi berfirehî axifîn ku bêhtir pêş de bibin. Em li ser balafirên şer û motorên wan jî bi berfirehî axifîn. Tirkiye li Sûriyê girêdayî wan mijaran e ku bi Rûsyayê ra biryar daye. Di van mijaran da paşda gav avêtin nîne.”
Erdogan derbarê peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê de jî got: “Eger bibe nesîb em ê li Romayê biaxifin. Egereke mezin em dê li Glasgowê jî biaxifin. Diyar e hinek gavên xêrê tên avêtin.”
Erdogan got: “Min behsa McGurk kir. Ev kes di esil de piştgiriya terorê dike. Wek derhênerê PKK/YPG/PYDê ye. Helbet dê ev gotinên min hinek aliyan aciz bikin. Em vê jî dizanin. Ketiye milê rêxistinên terorê û li wir digere. Li herêmeke ez bi terorîstan re tekoşînê dikim, mil bi mil gera wî ya bi terorîstan re min bi awayekî ciddî aciz dike. Niha jî hevaltiya bi terorîstan re ji xwe cihê wî diyar dike. Zû yan dereng divê Amerîka ji wir derkeve û ev der ji xelkê Sûriyê re bên hiştin. ”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse