Almanya: Li Tirkiyê azadiya raderbirînê nemaye

30-09-2020
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye Rederbirîn Wezareta Derve ya Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Almanya, raportek di derbarê Tirkiyê de belav kiriye û dibêje, li wî welatî azadiya raderbirînê rawestiyaye.

Raport bi sernavê "serlêdana mafê penaberiyê û rewşa dîportkirinê" hatiye nivîsandin û dibêje, "Destûra Tirkiyê azadiya ragihandin û raderbirînê diparêze. Lê di rastiyê de ev maf niha nemane". Tê gotin ku li Tirkiyê medya nivîskî û ragihandin jî bi yek dengî belav dibe û nerînên cuda têde nayêne dîtin.

Raportên Wezareta Derve ya Almanya ji bo saziyên dayîna mafê penaberiyê û dîportkirinê têne amadekirin û ew sazî jî li gorî van raporan biryarê di derbarê penaxwazan de didin.

Rêveberiya Koç û Penaberan ya Federal BAMF, rêveberiyên karûbarên biyaniyan û dadgeh, bi riya van raporan, rewşa welatên ku penaber jê hatine dişopînin û biryaran didin.

Sala derbasbûyî 10 hezar û 800 hemwelatiyên Tirkiyê, li Almanya daxwaza mafê penaberiyê kirine. Nîvê vê hejmarê mafê penaberiyê wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst