Pêşangeh û Forûma televîzyon û Fîlman li Stenbolê birêve çû

30-09-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeh û Forûma televîzyon û  Fîlman li Stenbolê bi beşdariya sedan kompaniyên medyayî, ragihandinî û fezayî hat lidarxistin. Dahatûya teknolojiya qada enformasyonî û pêşketinên ku wê di salên bê de bikevin rojeva cîhanê dibin mijarên nirx û guftugoyan. Di çarçoveya dîdariyê de gelek panêl û workshop li ser sektora medyayê jî birêve çûn.


Li Stenbolê bi hatina payîzê re careke din wexta forûm û fûarên navdewletî ye. Di vê çarçoveyê de Forûm û Fûara Televizyon û Fîlman ya Navdewletî bi beşdariya sedan dezgehên medyayî û ragihandinî birvê çû.


Di danişîn, workshop û panêlan de aktorên cîhanî dahatûya satalîte, medya û enformasyonê nirxandin. Tê gotin ku di nava çend salan de wê teknolojiyên ku meriv heyirî bihêlin di jiyana rojane de cihê xwe bigirin.


Wezîrê Kultur û Turizmê Netewî ya Tirkiye Numan Kurtulmuş wiha got: “Him ji bo nasandina Tirkiye û him jî ji bo avakirina zimanê aştiyê sektora rêzefîlman roleke mezin li xwe digire. Ew di heman demê de berpirsiyariyeke civakî ye. Helbet kompaniyên me dê pere qezenc bikin lê tişta herî girîng ewe ku dewlemendiya kulturî û çandî ya Tirkiye jî bidin nasandin û him jî bandoreke pozîtîf li nêzikahiya cîhanê ya di derbarê Tirkiye de bikin.”


Li qada fûarê gelek standên kompaniyên rêzefîlm û sînemayî hatine danîn û sektora cîhanê di nava danûstandinên nû de ye. Herwiha nîqaşên herî balkêş jî di warê satalîten de hat kirin. Li gorî amaran ew paste her ku diçe mezin dibe û pêş dikeve lê para herî mezin ji vê 4 kompaniyên gerdûnî werdigirin. Nîqaş li ser dîtina rêyên nû têne kirin da ku ew parvekirin bêhtir bê bilavkirin.


Midûrê Turksatê Cenk Şen jî ji Rûdawê re got: “Tirkiye hewl dide ku berpirsiyariya xwe ya di nava 40 satalîtan de bi cî bîne. Em li ser amadekariyên xwe berdewam in. Em operatorê satalîte yê 18mîn in li cîhanê. Bi taybetî di warê bingeha teknolojîk de çi dikeve ser me em bi cî tînin.”


Midûrê Turksatê pirsa Rûdawê ya li ser derxistina qenalên kurdî li ser wê satalîte wiha bersivand.


“Em wiha bikin gelo? Niha muhîdeke min heye. 15 deqe ye li benda min e . Sibê preskonferanseke me heye em wê demê biaxivin dibe. Spas.”


Gelek dezgehên medyayî yên Rojhilata Navîn jî li fûarê ne û geşedanên vê qadê ji nêz ve dişopînin.


Gerînendeyê Televîzyona Firat Ahmed Al Meabir jî anî ziman: “Ev festîvalek mihîm e ji bo Rojhilata Naverast. Bi rastî serkeftî ye. Ew teknolojiya li Rojhilata Naverast jî sal bi sal pêş dikeve. Îsal beşa dokumanterî bêhtir serkeftî bûye.”


Ji nêzikî 100 welatan zêdeyî 250 companiyên pêwendîdar, beşdariyê li vê dîdariyê kirin. Herwiha tê payîn ku nêzikî 7 hezar kes seredana vir kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst