Deryaya Egeyê: 84 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê di nav Deryaya Egeyê de 84 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê zexta li ser koçberan zêde bûye û hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Derya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê ragihand, tîmên wan li navçeya Bodrumê di nav belemekê de 59 koçberên ku 19 jê zarok bûn desteser kirin.

Fermandariyê her wiha da zanîn ku di nav belemeke din de jî 25 koçberên ku 3 ji wan zarok bûn û dixwestin biçin Îtalyayê tevî 3 qaçaxçiyan hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 84 koçber piştî karên yasayî birin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Muglayê.