Sezgin Tanrikulu: Li girtîgehan nêzîkî 1600 girtiyên nexweş hene

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu derbarê rewşa girtiyên nexweş ên di girtigehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de got, hikûmet li ser polîtîkaya xwe ya dijminantiyê berdewam e.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û amaje bi rewşa girtiyên nexweş da ku yek ji wan Makbule Ozer a 80 salî ye.Tanrikulu got li girtîgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Makbule Ozer ji ber nebûna wergêrê zimanê Kurdî rûbirûyê kiryareke xirab bûye û ev binpêkirina mafê Ozer e.

Makbule Ozer a 80ê salî ku zêdeyî çar meh e girtî ye, ji ber bi zimanê Tirkî nizane û wergêr jê re nehatibû dabînkirin, bê wêya di dema pişkinîna tendirûstî de li Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê behsa pirsgirêkên xwe bike, bo girtîgehê hatibû şandin.

Piştî nerazîbûnan, Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê roja Şemiyê 27ê Tebaxa 2022ê, di daxuyaniyekê de dibêje: “Makbule Ozer a 80ê salî, roja 24ê Tebaxê bo pêkanîna pişkinîna tendirûstî ji Beşa Jinan a Girtîgeha Wanê bo Stenbolê hatiye şandin. Di dema pişkinînê de ew tevgera ji aliyê tîmê pizîşkî ve jê hatiye xwestin kiriye, di navbera wê girtiyê û tîmê tendirûstî de pirsgirêk çênebûye. Pêdivî bi wergêr nebûye û ne wê û ne jî parêzerê wê daxwaza wergêr nekirine.”

Tanrikulu herwiha got: “Hefteya borî min serdana 4 girtîgehan kir. Min ligel girtiyên ji doza 28ê Sibatê, doza Geziyê, Aysel Tugluk û gelek siyasetmedaran jî hevdîtin kir. Nêzîka 1600 girtiyên nexweş hene. Rojane xebera mirina wan tê. Lê hikûmet li ser polîtîkaya xwe ya dijminatiyê berdewam e. Yek ji wan Makbule Ozer e ku li Wanê girtî ye. Girêdayî zimanê Kurdî jî rûbirûyê kiryareke xirab bûye. Lê Saziya Pizîşkî ya Edlî dibêje tiştekî wiha nîne.”