Li Tirkiyê bi sedan karsaz li ber keviyê îflasê ne

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aborî ya li Tirkiyê bi sedan karsaz û bazirgan anîne qeraxê îflasê. Li hemû qadên bazarê zirar û xisar her ku diçe kûrtir dibe û kargeh dergeyên xwe digirin. Bi hezaran kes li keviya bêkarmayînê ne. Karsazên ku bi dolar didin û distînin jî ew kesin ku zirara herî zêde dibînin. Li çend sektoran, bi taybetî li qada tekstîlê bandora herî giran rûdide. Rewşa ne zelal weke gefeke mezin li ser hemû xelkê vî welatî berdewam e.

 

Beşek ji karsaz û bazirganên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îflas kirine. Beşeke mezin jî li keviya heman xetereyê ne. Ferhat Tore yê ku ew demeke bazirganiya çayê dike jî bi zirareke ji sedî 50 hatiye keviya îflasê. Ferhat û şîrikê wî ji Srîlankayê çayê tînin, li Amedê merqeyeke bi kurdî avakirine û bazirganiya çayê dikin. Ji ber ku dolar di nava salekê de du qat bûye, sermayeya wan jî ji destê wan çûye.

 

Bîlal Çengel ku xelkê Semsûrê ye 25 sal in li Stenbolê karê çêrm dike. Atolyeya wî ji kompaniyên mezin re hilberînêriyê dike. Qerebelixî û tevgera di nava vê atolyeyê de weke berê nemaye. Ji ber ku ew jî bi qasî ji sedî 50 ketine zirarê, gef li ser wan xebatkaran e ku ew bêkar bimînin. Agirê dolar sektora çêrm daye ber xwe.

 

Xwediyê Atolyeyê Bîlal Çengel dibêje: “Hemû danustandina çêrm bi derve re ye û bi dolar tê kirin. Carina perçeyekî ku em serê sibê bi 8an dikirin, êvar dibe 12 lîre. Ew jî dike kû hemû karkirin bi zirarê re rûbirû bimîne. Qada me bêhtir jî bi geştiyaran ve girêdayî ye. Îsal geştiyarî geş bûye lê karê me dîsan jî nîn e. Em niha bela sebe kar dikin.”

 

Çend qadên bazarê xisara herî zêde ji rewşa heyî dibînin. Yek ji wan jî tekstîl û bi taybetî jî sektora çêrmgeriyê ye. Ji ber ku ew jî bi temamî li ser dolar e. Li vê sektorê zirara giştî gihîştiye ji sedî 80. Kargehên ku berê 200-300 kes dixebitandine, niha bi 20-30 kesan kar dikin.

 

Karsaz Ramazan Demir dibêje: “Bazara me ji sedî sed li ser dolar e. Li hemû cîhanê qeyran heye û rewş ne baş e. Bi hezaran kes li vê sektorê debara xwe dike lê niha bêkarmayîn û derge girtin li ber me ye. Bandora berzbûna dolar ya li ser me niha ji sedî 70-80 ye.”

 

Dikandar Omer Saraç jî diyar dike: “Helbet bandoreke gelekî giran ya vî dolarî li me bûye. Xelk ditirse ku bikire jî bifiroşe jî. Em şaş bûne ku em çawa bikin. Em îro dikirin lê siba nikarin bifroşin. Kêşeyên wiha hene lê xwedê dawiya me bi xêr bike.”

 

Dikandarê bi navê Huseyîn Karaman jî destnîşan kir: “Welleh kar daketiye sifirê. Îş û qezenc nîn e. Em serê sibê tên heta êvarê rûdinin. Qezenca me ya 12-13 salan di nava du salên dawîn heliya.”

 

Lîreyê Tirkiye li hemberî dolar di nava salekê de bihayê xwe ji sedî 60 ji dest da. Li gorî sendîkayan rêjeya bêkariyê bûye 17.3 Enflasyon gihîştiye 15.85an. Li gorî şirovekarên aborî, qadên weke înşaat, sanayî û bazirganiyê li ber têkçûnê ne.