Prof. Dr. Ozer: Di serdema nû de divê kurd weke kurdan bimînin

30-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Mersin (Rûdaw)- Cîgirê Rektorê Zanîngeha Torosê Prof. Dr. Ahmet Ozer ragihand ku bi hilbijartina Serokomariya Recep Tayyip Erdogan serdemek nû dest pê kiriye û got, “Di serdema nû de divê xebata tirkkirina, sunîkirna elewiyan koçberkirina nemisilmanan neyê kirinneyê kirin.”

 

Prof. Dr. Ahmet Ozer ya ku daxuyanî dayî Rûdawê behsa rewşa Tirkiyeyê ya piştî Erdogan bûyî serokomar û ya Davutoglu bûbû serokwezîr kir.

 

Ozer diyar kir ku Erdogan dê  AK Partiyê li gorî xwe dîzayn bike û got:

 

“Heta ku yekî weke Davutoglu giradayî wî hebe, dê hewl bide karê rêvebiriya partiye, desthilatiyê û karê rêvebiriya Tirkiyeyê jî bike.”

 

Ahmet Ozer anî zimên sîstema Tirkiyeyê bi vî şeklî nameşe û wiha domand:

 

“Lewra bi vê sîstemê erka cûdabûnê qels dibe. Di vê sistemê de aheng û kontrol nîne. Hemû pirsgirêk li Enqereyê tên tespîtkirin, hemû çavkanî li Enqereyê tên kom kirin û belavkirin. Şûna Erdogan çavkanî û rayê ji rêvebiriya mehelî re bi hêle, serê benikê girtiyê û erk û desthilatiyên  zêdetir dixwaze.

 

Prof. Dr. Ozer ragihand ku ji ber pirsgirekên Tirkiye yên civakî, siyasî û aborî sîstema herî baş xweserî ye û got, “Eger sîstema serokatiye bê nîqaşkirin divê baş bê nîqaşkirin an jî divê dest ji wê gotina ya ku kes nizani çiye ya “Serokatiya Cureya Tirkiyeyê” bê berdan.”

 

Cîgirê Rektor behsa çar şaşiyên Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha domand:

 

“Di dîroka Tirkiyeyê de 4 şaşî hatine dubarekirin; xebata tirkkirina kurdan, sunîkirina elewiyan, koçberkirna nemisilmana û terbiyekirina suniyan a gorî laîkiyê. Heta ev çar şaşî neyên rastkirin dewleta buroktatîk nabe serokomariya demokratik.”

 

Prof. Dr. Ahmet Ozer li Mersîne ku nifûsa kurdan bi koçberiye zêde bûyî 4 sale erkdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst