Erdogan: Îsraîl wekî rêxistineke terorî tevdigere

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Îsraîl wekî rêxistineke terorî tevdigere û got, “Îsraîl ne tenê ji bo Libnan û Filistînê herwiha ji bo hemû cîhanê gef e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Enqereyê di Civîna Serokên Bajaran a Berfireh de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Erdogan amaje bi êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê kir û got:

“Hiquqeke şer jî heye. Lê îmze avêtin hovitiyeke wiha ku ku Hitler jî li ber wan kêm dimîne. Xeze îro li cîhanê bûye kampa herî mezin a qirkirinê.”

Erdogan ji ber pêşwaziya Serokwezîrê Îsraîlê, Kongresa Amerîkayê jî rexne kir û got:

“Kujerên dest bi xwîn di Encûmena Nûneran de dibin mêvan û çepik ji wan re tên lêdan.

Kesê ku bibêje ez misilman im ne pêkan e ji vê yekê razî be. Konseye Ewlehiyê ya Neteweyî ya Yekbûyî îro berpirsyariyê wernegire dê kengî wergire.”

Erdogan roja Yekşemê li bajarê Rîzeyê gotarek pêşkeş kiribû û amaje bi wê yekê kiribû ku bazirganî û pêwendiyên li gel Îsraîlê rawestandine û gotibû, ew çawa çûn Karabax û Lîbyayê, diçin Îsraîlê jî.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li hemberî  van  gotinên Erdogan gotibû, “Erdogan li pey Sedam Husên diçe û gefan li Îsraîlê dixwe.

 Divê bîne bîra xwe ku li wê derê çi bû û Sedam çawa bi dawî bû.”

Serokkomarê Tirkiyeyê di bersiva xwe ya bo Katz de jî got:

“Peyamên bê hed ên qeşmerên klavyeyê nikarin me bitirsînin û me ji meşîna li ser wê rêya ku em jê bawer dikin vegerînin.”

“Îsraîl ji bo hemû cîhanê gef e”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Îsraîl li navçeyê weke rêxistinek terorî tevdigere. Îsraîl ne tenê bo Libnan û Filistînê bo hemû  mirovayetiyê û cîhanê gef e.”