Berdevka DEM Partiyê: Li dijî Kurdan operasyoneke nû dan destpêkirin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Govend Stranên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya DEM Partiyê nerazîbûn li hemberî destserkirin û girtina xort û ciwanên Kurd  a ji ber govend û stranên Kurdî nîşan da û got, “Li dijî  Kurdan oproseyekehatiye destpêkirin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro li avahiya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Di rojên dawî de li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dehan kes bi hinceta govendên Kurdî û bilindkirina dirûşman hatine desteserkirin û girtin.

Ayşegul Doganê nerazîbûn li hemberî vê yekê nîşan da û got ku li Tirkiyeyê proseyeke nû ya operasyonan li dijî Kurdan dest pê kiriye.

Doganê bal kişand ser bûyerên salên 80 û 90î yên li dijî Kurdan û got:

Wisa xuya dike ku ev desthilatda ji tiştên bi serê desthilatdarên din hatine ji xwe ders wernegirtiye

Ev polîtîka bi salan hat meşandin lê ti kesekî ti encamek ji wan bi dest nexist.

Hûn nikarin tiştekî bi dest bixin. Hûn wiha tenê dikarin dawiya xwe bileztir bikin

Hûn dijminên Kurdan in û rastî ev e. Nîjadperestiyê asayî dikin. Tişta tê kirin gelekî metirsîdar e.”

“Werin em bi hev re vê govendê mezin bikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Doganê banga raya giştî ya Tirkiyeyê kir û got:

“Werin em bi hev re vê govendê mezin bikin. Gelê Kurd dê dest ji govenda xwe bernede.

Tehemûla nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî yên li axa Kurdistanê jî nakin. Tirkiyeyê ev tişt salên 90î jî dît.

Em bangî desthilatdariyê dikin, şerê xwe li ser Kurdan nekin. Hûn civakê ber bi cihekî xetere ve dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst