Malbat ji bo zarokan pev çûn: Dayik û du kurên xwe hatin kuştin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qeyserî Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê, di pevçûna du malbatan de dayikek û du kurên wê hatin kuştin.

Li gor îdiayan, li Taxa Kuçuk Kunyeyê ya Qeyseriyê du malbat ji ber nîqaşa zarokên biçûk pev çûn.

Piştî ku pevçûna di navbera malbatan de mezin bû kesê bi navê S.A. bi tivingê êrîşî Nuray Dabaz û kurên wê Ali Dabaz û Serkan Dabaz kir.

Nuray Dabaz û her du kurên xwe li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termên dayik û her du kurên wê piştî lêkolîna li cihê bûyerê birin morga nexweşxaneyê.

Kujer S.A. jî ji aliyê hêzên polîsan hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst