Dadgeha Destûrê: Lixwekirina tîşortê Kurdistanê ne qedexe ye

Duh li 10:17
RÛDAW
Nîşan Tîşortê Kurdistanê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê Abdurrahim Kiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê biryar da ku mafê welatiyê ji ber tîşortê nivîsa Kurdistanê ceza lê hatibû birîn hatiye binpêkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li dijî Abdurrahim Kiliçê ku tîşortê nivîsa Kurdistanê, rengên sor û kesk û Roja Mezopotamyayê ya 21 tîrejên wê hene li xwe kiribû doz hatibû vekirin.

Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê sala 2016an bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” 7 hezar û 300 lîre ceza da Abdurrahim Kiliç.

Dadgehê di hinceta biryarê de gotibû, “Li xwe kirina tîşortê spî ku li ser rastê sînga wî xetên sor û kesk û di nav vê xetê de Roja Mezopotamyayê ya 21 tîrêjên wê hene û li pêş sînga wî Kurdistan nivîsiye propagandaya rêxistina terorê ye.”

Parêzerên Abdurrahim Kiliç li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê da.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê îtiraza parêzeran qebûl nekir û sala 2021ê biryara Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê erê kir.

Abdurrahim Kiliç piştî biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê da.

Dadgeha Destûrê roja 12ê Hezîrana 2024an derbarê dozê de biryar da û ragihand ku mafê azadiya raderbirînê yê Abdurrahim Kiliç hatiye binpêkirin.

Dadgehê biryar da ku dewlet ji ber binpêkirina mafê wî 10 hezar lîre qerebûyê bide Abdurrahim Kiliç û pêvajoya darizandinê li dadgeha xwecihî ji nû ve bi rê ve biçe.

“Dadgehê ji bilî ku ti hincetekê nîşan bide ev ceza daye”

Dadgeha Destûrê di hinceta biryara xwe de wiha got:

“Dadgeha xwecihî ji bilî ku ti hincetekê nîşan bide ev ceza daye.

Di biryarê de wateyên amblem û sembolan nehatine nivîsandin û nehatiye diyarkirin ku çi pîwendiyeke wan bi kîjan rêxistina terorê re heye yan nîne û teşwîqe tundûtûjiyê dike yan nake.

Herwiha, bi ti awayî nehatiye lêkolînkirin ka çawa lixwekirina tîşortê navborî tundûtûjiyê teşwîq dike, rêbazên tundûtûjî û gefxwarinê rewa dike yan pesin dide û li gor şertên berbiçav nehatiye nirxandin ku ew dibe sedema metirsiyeke diyarkirî ya rasterast an nerasterast û teşwîqkirina bikaranîna tundûtûjiyê, berxwedana çekdarî an jî serhildanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst