Yasaya kuştina kûçikan di parlamentoya Tirkiyeyê de hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşnûmeya ku di heman demê de kuştina ajelên bêxwedî li xwe digire, di Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên AK Partî û MHPyê hat qebûlkirin.

'Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Parastina Ajelan' piştî nîqaşên dirêj ên li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên AK Partî û MHPyê hat qebûlkirin.

Qanûn li hemberî 224 dengên na bi 275 dengan di parlamnetoyê de derbas bû.

Li gorî qanûnê, ajelên nexweş ên ku ji bo mirov û ajelan xeter in û rê li ber belavbûna nexweşiyan bê girtin veterîner dikare biyara otanaziyê (heqkuştinê) bide.

Parlamenterên mixalefetê bertek da ve qanûnê û wan got “Dê wekî rojeke reş bike ve dîrokê, Kesên ku dengê 'erê' daye wê ne dîrok û ne jî mirovahî wan efû bike.”

Li aliyê din CHPyê jî diyar kir ku ji bo betalkirina qanûna kuştina ajelên bêxwedî ew dê serî li Dadgeha Detûrê ya Bingehîn a Tirkiyeyê bidin.

Herwiha piştî qebûlkirina qanûnê li ser medyaya civakî jî bû sedema nerazîbûnên mezin.