VÎDEO - Leşkerek ji ber parlamenterê Rihayê reviya

30-07-2023
Nîşan Mahmut Tanal Parlamenterê Rihayê yê CHPyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerekî Tirkiyeyê ji ber Parlamenterê Rihayê yê CHPyê Mahmut Tanal reviya, du leşker ji kar hatin dûrxistin.

Li Daristana Akbelenê ya li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê dar dihatin birîn. Xelkê herêmê jî li dijî birîna daran çû Daristana Akbelenê.

Leşkerên Tirkiyeyê nasnameyên kesên ku hatine wê derê ji wan standin.

Parlamenterê Rihayê yê CHPyê Mahmut Tanal ev yek qebûl nekir û bertek nîşanî leşkeran da.

Tanal, xwest ku kaxizên di destê leşkerekî de jê bistîne lê wî leşkerî kaxiz nedanê û dest bi revê kir.

Mahmut Tanal jî da dû wî leşkerê ku reviya.

Du leşker ji kar hatin dûrxistin

Li yaliyê din, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, ragihand ku di heqê Tanal de gilî hatiye tomarkirin û du leşker ji kar hatine dûrxistin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî bertekeke tund nîşanî Mahmut Tanal da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst