HDPyê ji bo Doza Kobaniyê bang kir

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDPyê ji bo Doza Kobaniyê ya ku dê di 1ê Tebaxê de bê dîtin, bang li rêxistinên hiqûqî, baro û rêxistinên sivîl kir ku beşdarî dozê bibin.

Doza Kobaniyê ku 108 siyasetmedar bi hinceta bûyerên Kobaniyê yên di 6-8ê Çiriya Pêşîn a 2014an tên darizandin û di nav de hevserokên berê yên HDPê jî hene dê di 1ê Tebaxê de berdewam bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê dozê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

“Di bêhnvedana edlî de rûniştin berdewam dikin”

Di daxuyaniyê de HDPyê diyar kir ku heyeta dadgehê di dema bêhnvedana edlî de rûniştinan didomîne û got:

Di rûniştina ku beriya hilbijartinê bi lez û bez bêyî parêznameyên hin girtiyan bên girtin dewam kir de, ji dozger hat xwestin ku nêrînê amade bike.

Di vê darizandina bêhiqûqî de ku hema hema hemû saziyên dewletê tê de ne, heyeta dadgehê mafên parastinê yên hevalên me sînordar dike. Heyetê bi tehemula gotinên gefxwarinê yên li dijî rêveberên me yên ku li salona dadgehê dihatin darizandin aliyê xwe nîşan da.”

HDPyê ji bo Doza Kobaniyê ya ku dê di 1ê Tebaxê de bê dîtin, bang li rêxistinên hiqûqî, baro û rêxistinên sivîl kir ku beşdarî dozê bibin.

Protestoyên Kobaniyê ku wek bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîn a 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin.

Armanca protestoyan ew bû dorpêça li ser Kobaniyê bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan ji bo DAIŞê ya bi rêya sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî rapora Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Çiriya Pêşîn a 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst