Li şûna mar bikuje hevjîna xwe ya ducanî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Seydîşehir a Konyaya Tirkiyê kesekî ku xwest bi çeka nêçîrê mar bikuje, lê bi şaşî hevjîna xwe ya ducanî kuşt.

 

Li gor agahiyên berdest li taxa Kirbaçlar a navçeya Seydîşehîra Konyayê, penaberî sûrî yê şivan bi nave Elî El A (29) bi çeka nêçîrê ya H.K xwestiye marê li male dîtiye bikuje. Lê guleyên jî tifingê derketine li Zeynep El A. (21) ya hevjîna  Elî El A ketiye.

 

Ji bo dermankirinê, Zeynep El A veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Seydîşehirê, lê tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.

 

Hat zanîn ku Zeynep El a dayîka du zarokan ducanî bû.

 

Elî El A ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin û derbarê bûyerş de lêpirsîn berdewam e.