Li Parlementoya Tirkiyê gengeşiya 'kurdbûnê'

30-07-2017
RÛDAW
Nîşan Parlementoya Tirkiyê gengeşî kurdbûn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Parlementoya Tirkiyê di navbera Cîgirê Serokê Parlementoyê Ahmet Aydin û Parlementera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş de li ser "kurdan" gengeşî derket.

 

Gengeşiya Meral Daniş Beştaş û Ahmet Aydin:

 

Beştaş: “Ez li ser wan kesên ku dibêjin 'Kurd îro bi saya me kurd in' dibêjim; bi berdêlên gelek mezin em hatin vê qonaxê. Kurd vê teklîfê ji bîr nakin. Her kes hewl da ku kurdan û pêkhateyên din bikin tirk, lê bi ser neketin. Hin kes belkî hatibin pişaftin, lê ez li ser navê xwe bêjim: ev peyrew nikare kurdbûna min û zimanê min ê kurdî biguherîne.

 

Gava din Birêz Cîgirê Serokê Parlementoyê got 'em wekhev in'. Em ne wekhev in. Madem em wekhev in, çima zarokên min nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin? Kurd jî, tirk jî, pêkhateyên din jî dikarin di nav her partiyê de siyasetê bikin, ev tercîha wan e.”

 

Aydin: “Birêz Daniş Beştaş, ez jî ji bo ku were nivisîn dibêjim. Diya min kurd e, bavê min kurd e, zimanê min ê zikmakî jî kurdî ye. Ez piştre tirkî hîn bûm.

 

Min ti car kurdbûna xwe înkar nekir, lê min ti car nijadperestiya kurdî nekir. Kurdbûn tiştek e, nijadperestiya kurdî û tirkî tiştekî din e. Berê 'tirkên spî' hebûn, ji bilî xwe ti kesî weke kurd nedidîtin, lê va ye dibînim niha jî 'kurdên spî' hene, ji xeynî xwe ti kesî kurd nabînin.”

 

Beştaş: “Em li Tirkiyê ne tenê mafê kurdan diparêzin, em mafê 80 milyon welatiyên ku li Tirkiyê dijîn, diparêzin. Parastina mafê wan, nayê wateya nijadperestiya kurdî ye.”

 

Aydin: “Hûn nikarin biryar bidin ku kî li ku siyasetê dike û kî xwe çawa hîs dike. Tirkbûn, kurdbûn di destê ti kesî de nîne. Ez dibêjim ez jî mirov im, dibêjim elhemdulîllah misilman im. Yên din hemû çîrok e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst