“Tirkiye ji bo karkeran yek ji 10 welatên herî xirab e”

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî, sala 2023an Tirkiye di nav 148 welatan de ji bo karkeran yek ji welatên herî xirab bû. Li gor amaran ji 10 welatên herî xirab yek Tirkiyê ye.

Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) rapora 2023ê ya Endeksa Mafan a Gerdûnî ku naveroka wê li 148 welatan mafê karkeran e eşkere kir.

Li gor amarên ITUCê sala 2023an ji bo kesên dixebitin welatên herî xirab Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Misir, Esvatini, Guatemala, Myanmar, Tûnis, Filîpin û Tirkiye bûn. Li gor raporê ji 10 welatan 9an mafê grevê binpê kir û 8an mafê girêbestên bikom binpê kirine.

Li Kanada, Togo, Îran, Kamboçya û Îspanyayê piştî biryarên grevê derbarê karkeran de lêkolîn hat destpêkirin û ji kar hatin dûrxistin.

Li 69 welatan karker hatine desteserkirin û girtin. Li Myanmar, Hong Kong, Komara Domînîk, Hindistan û Tirkiyê zext li rêberên sendîkayan hatin kirin û armanc hatin girtin.