Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya cotkarên deyndar ji %168 zêde bûne

30-06-2022
RÛDAW
Nîşan Cotkar Deyndar Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di nava deh salên dawî de, rêjeya cotkarên ku ji ber deynên wan erd û baxçeyên wan ketine ber hecizê %168 zêde bûye.

Parlamenterê CHPê ê Enqerê Nihat Yeşil, pirsnameyek li ser vê yekê pêşkêşî parlamentoyê kir û xwest ku Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum bersivê bide.

Wezîr di bersiva xwe de ragihand ku sala 2012an milyonek û 382 hezar û 949 milk hatibûn hecizkirin û ev hejmar sala 2022an gihîştiye 3 milyon û 709 hezar û 54an.

Di nava deh salên dawî de rêjeya erd û baxçeyên ku ji ber deynan dest danîne ser ji sedî 168 zêde bûne.

Sala 2012an rêjeya erd û baxçeyên hecizkirî di nava erdên giştî de %3.6 bû, ev rêje sala 2021ê gihîştiye ji sedî 9.7an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst