AK Partiyê projeyasaya derbarê baroyan de şande parlamentoyê

30-06-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye AK Partî Projeyasaya Baroyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rijdbûna xwe ya li ser guhertina sîstema baroyan ragihand û got ew dê projeyasaya guhertina sîstema baroyan pêşkêşî parlamantoyê bikin, îro AK Partiyê projeyasa derbarê baroyan de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir.

Serokê Fraksyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Cahît Ozkan di derbarê babetê de ji rojnamevanan re axivî û da zanîn, ku pêşniyara yasayê ji 28 xal û 2 beşan pêk tê û li gora projeyasayê dê li Civata Giştî ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê 3 delege û serokek nûnertiya baroyan bike.

Cahît Ozkan herwiha diyar kir, baroyên ku hejmara endamên wan zêdetirî 5 hezar kesan bin, 2 hezar parêzer dikarin cuda bibin û baroyeke duyem, sêyem an jî çarem ava bikin.

Ozkan da xuyakirin, ku herdu fraksiyonên AK Partî û MHP pêşniyara yasaya parêzeran amade kirine.

Serokê Fraksyona AK Partiyê amaje bi sedemên pêşkêşkirina vê projeyasayê kir û got, “demokratîkkirina baroyan, pêşvebirina pîşeya parêzeriyê û parastina maf û azadiyan ji aliyê baroyan ve” sedemên sereke yên amadekirina projeyasayê ne.

Cahît Ozkan wiha axivî: “Mijara demokratîkirina baroyan ne tenê pirsa îro ye û di dîrokê de her hebûye. Li gor yasaya parêzeran erkê baroyan ew e ku pîşeya parêzeriyê pêşve bibe û rêza wê bigre. Herwiha divê baro maf û azadiyên bingehîn biparêz e. Lê ji ber ku baro nikarin li gor van pêwîstiyan tevbigerin û erkên xwe bicih nakin me biryar girt ku yasaya parêzeran û sîstema baroyan bigûherînin.”

Heta niha Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi awayekî zelal dijatiya xwe li gel wê projeyasayê ragihandiye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta niha bi fermî tiştek li ser projeyasayê negotiye. Têkildarî projeyasayê çend roj beriya niha şandkee Fraksyona AK Partiyê serdana Fraksyona HDPê kiribû û hevdîtinek di navbera wan de çêbibû, lê derbarê naveroka hevdîtinê ti hûrgilî nehatin ragihandin.

Li aliyekê din Sendîkaya Parêzerên Stenbolê ragihandiye, ku li dijî amadekariyên ji bo guhertina yasaya parêzeran û pêkhateya sendîkaya parêzeran li Tirkiyê, îro kombûneke mezin li Stenbolê saz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst