Li Rihayê bi hinceta PKKê kesek hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro 30ê Gulanê bi hinceta “endamtiya PKKê” kesek hat desteserkirin.

Tîmên Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Rihayê, îro 30ê Gulanê li navenda Rihayê bi ser malekê de girtin û bi hinceta “endamtiya PKKê” kesek desteser kirin.

Kesê hat desteserkirin bo karên îfade wergirtinê bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hat birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.