Erdogan û Pûtîn axivîn; mijar operasyona li ser Rojava ye

30-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.

Erdogan ji Pûtîn re behsa operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê ku ev demek e di rojevê de kiriye û destnîşan kiriye ku ji sînor 30 kîlometre "herêma ewle" were avakirin.

Rûsya piştî “Operasyona Kaniya Aştiyê” ya Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê yek ji welatên garantorê rêkeftina di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê, di hevdîtinê de mijarên herêmî bi taybetî şerê Ukrayna-Rûsyayê û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Erdogan destnîşan kir ku heger di hevdîtinê de her du alî li ser prensîbê li hev bikin, ew amade ne ku li Stenbolê bi Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) re bicivin û di mekanîzmaya çavdêriyê de rola xwe bilîzin.

Erdogan bi îdiaya ku "êrîşên YPGê yên li dijî Tirkiyê dewam dikin" ji Pûtîn re diyar kir ku ji sînorê Tirkiyê ku di Cotmeha 2019an da di peymanê da cih girtibû "herêma ewle" bi kûrahiya 30 kîlometreyan nehatiye avakirin û ev yek ji bo ewlekirina van deveran pêdivî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst