Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya dawî ya Kompanyaya Lêkolînê ya MAKê Tifaqa Millet, bi 7 puanan li pêş Tifaqa Cumhur e. Ji sedî 61ê beşdarî rapirsiyê jî bûne ji reqemên enflasyonê bawer nakin û dibêjin enflasyon ji tişta tê ragihandin zêdetir e.
Kompanyaya Lêkolînê ya MAKê encamên rapirsiya xwe ya meha Gulanê eşkere kir. Lêkolîn an rapirsî li 63 bajaran ligel 5 hezar û 750 kesan hatiye kirin.
Pirsên hatine kirin û bersivên hatine dayîn wiha ne:
Pirsgirêka herî girîng a welatê me çiye?
• Bihabûna debara jiyanê: %61
• Bêkarî: %10
• Bêdadî: %10
• Pirsgirêkên exlaqî û civakî: %9
• Yên din: %6
• Bê biryar / Bersiv nîne: %4
Hun polîtîkayên aborî yên hikûmetê serkeftî dibînin?
• Na: %81
• Erê: %4
• Bê biryar/ Nerîn nîne: %15
Rêjeyên enflasyonê yên tên ragihandin rast in?
• Bi nerîna min nerast in: %61
• Bi ti awayekî nabe rast bin: %17
• Bi nerîna min rast in: %14
• Bê biryar / Bersiv nîne: %8
Erdogan dikare pirsgirêkên aborî yên welat çareser bike, yan opozisyon dikare çareser bike?
• Opozisyon û kadroyên wê: %41
• Erdogan û ekîba wî: %33
• Herdu jî nikarin çareser bikin: %10
• Bê biryar / Bersiv nîne: %16
Di hilbijartina serokkomariyê de eger Erdogan dîsan bibe berbijêr hun dê çawa tevbigerin?
• Deng nadim: %46
• Deng didim: %37
• Li gor hevrikên wî deng didim: %7
• Bê biryar / Bersiv nîne: %10
Di hilbijartina serokkomariyê de (beyî berê xwe bidî berbijêran) dengê xwe didin berbijêr kîjan partiyê?
• Tifaqa Millet: %43
• Tifaqa Cumhur: %36
• Ji xeynî van tifaqan didim berbijêrekî cuda: %8
• Li gor berbijêr nerîna min tê guhertin: %8
• Bê biryar / Bersiv nîne: %5
Eger sibe hilbijartin bê kirin dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?
• AKP: %27.1
• CHP: %25.8
• ÎYÎ Partî: %15.3
• HDP: %7.5
• MHP: %6.4
• DEVA: %3
• Partiya Pêşerojê: %2.7
• Partiya Zafer: %1.6
• Partiya Seadetê: %1
• BTP: %1.3
• Ji Nûve Partiya Refahê: %0.9
• HUDAPAR: %0.8
• Partiya Demokrat: %0.3
• BBP: %0.3
• Partiya Memleket: %0.3
• Partiya Guherînê ya Tirkiyê: %0.1
• Bê biryar / Bersiv nîne: %5
• Yên din: %0.6
Sibe hilbijartin bê kirin dengê xwe didin kîjan partiya siyasî? (Piştî bê biryar tên cudakirin)
• AKP: %28.3
• CHP: %27.1
• ÎYÎ Partî: %16.1
• HDP: %7.8
• MHP: %6.6
• DEVA: %3.1
• Partiya Pêşerojê: %2.8
• Partiya Zafer: %1.8
• Partiya Seadetê: %1.1
• BTP: %1.4
• Ji Nûve Partiya Refahê: %0.9
• HUDAPAR: % 0.9
• Partiya Demokrat: %0.4
• BBP: %0.4
• Partiya Memleket: %0.4
• Partiya Guherînê ya Tirkiyê: %0.2
• Yên din: %0.7
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse