Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jibilî nexweşxaneyan maske êdî ne mecbûrî ye

30-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca destnîşan kir ku hejmara pêketiyên Covîd-19ê ev sê roj in di bin hezarî de ye û anî ziman ku jibilî nexweşxaneyan, maske êdî ne mecbûrî ye.

Li gor amarên Wezareta Tendirustî ya Tirkiye, di 24 demjimêrên dawî de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pişkîna coronayê ya 864 kesan pozîtîf derketiye û 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Li Tirkiyeyê heta niha 147 milyon û 720 hezar û 907 doz derziyên coronayê hatine bikaranîn.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Riha, Êlih, Sêrt, Amed, Çewlîg, Mûş, Mêrdîn, Bedlîs, Agirî û Xarpêt in.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û  ragihand, biryara neçarî ya girêdana di hemû wesayetên veguhastina giştî de, hatiye rakirin.

Koca wiha got, "Hejmara di  3 rojên dawî de li ser hev a pêketiyên Coronayê di jêr hezar kesan de maye. Di wesayitên komî de em êdî dikarin maskeyan derxin. Ji bilî nexweşxaneyan, maske êdî ne mecbûrî ye. Lêbelê piştî evqas ezmûnan di serî de di wesayitên komî de, bila di qadên girtî de maskeyên me bi me re bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst