Melayê Ayasofyayê bo Ataturk: Ma kî ji wan zalimtir û kafirtir heye?

30-05-2021
RÛDAW
Nîşan Mustafa Demîrkiran Ataturk Ayasofya AKP Erdogan CHP Mizgefta Taksîmê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasîmekê de li Mizgefta Ayasofyayê, melayekî sivkayetî bi Ataturk kir û ev yek rastî nerazîbûnê hat.

Bi boneya vekirina Mizgefta Taksîmê merasîmeke girseyî bi beşdariya hejmarek xelkê û amadebûna wezîrên Tirkiyê li Mizgefta Ayasofyayê hat lidarxistin.

Di wê merasîmê de li Mizgefta  Ayasofyayê ku Serokkomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî tê de amade bû, melayê bi navê Mustafa Demirkan di dema xwendina peyama xwe  de amaje bi Ataturk da û sivkayetî bi wî kir.

Mustafa Demîrkan di wê peyama xwe de îşaret bi yekem serokkomarê Tirkiyê  Ataturk da û got “Ev perestgehe hate veguhastin bo muzexaneyê. Ma kî ji wan zalimtir û kafirtir heye? Ya rabbî tu derfet nede ku carek din zîhniyetek wiha bê ser Tirkiyê.”

Atataturk wek rêberek dîrokî yê Tirkan û damezrînerê wî welatî tê naskirin. Sivkayetiya bi wî, ji aliyê opozîsyon û sekulerên wî welatî ve gelek karvedan li pey xwe anîn û di torên civakî de bû cihê rexnekirina desthilata AK Partiyê.

Li ser karvedanan Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) bêyî ku amajê bi peyama Demirkan bide li ser hesaba xwe ya Twiterê diyar kir ku Ataturk damezrînerê wî welatî ye û nirxek girîng e ji bo wan û got “ Bi têkoşîna Ataturk û hevalên wî ya  li dijî dijminan welatê me, miletê me, bangê me, mizgeft û mescîdên me ji gefa dijmin rizgar bûne.”

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu jî derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya Twiterê gotina Ataturk ya li ser wî bajarî bibîr xist û wek bersiv got, “em dizanin di demarên kê de  xwîna zalim û kafiran heye, em ji welatparêzê Sutcu Îmam heta niha gelek baş dizanin”

Mizgefta Taksîmê ku 4 sal in cihê nîqaş û nakokiyê bû di navbera oldar û sekulerên Tirkiye de temam bû û ji aliyê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ve hat vekirin.

Tevî nerazîbûn û rexneyan jî ew mizgeft li navdartirîn meydana Tirkiye hat avakirin û merasîma vekirina wê bin tedbîrên emnî yên tund de birêve çûbû.

Ew Mizgeft ku li meydana Taksîmê hatiye avakirin bi mîmariya serdema 19an ya navçeya Beyogluyê û hin taybetiyên teknolojiya serdemê hatiye guncandin.

Mizgeft li ser 2 hezar û 482 metre çargoşe hatiye danîn û kapasîteya wê jî bi hewş û hundirê wê dikare zêdetirî 5 hezar kesan bihewîne. Mizgeft bi mînbera xwe ya bilindtir ji 9 metreyan jî li Tirkiyê bû yekem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst