Dengê kurdan di hilbijartinên Tirkiyê de: Rêje, dabeşbûn û bandor

 

Hezîrana 2015, hilbijartinên giştî bo 25emîn xula (gera) Parlamentoya Tirkiyê tên lidarxistin. Di vê hilbijartinê de, 56.632.889 dengder beşdar dibin, 53.765.231 ji wan li hundirê Tirkiyê, 02.867.658 jî li derveyî Tirkiyê. Hejmara kursiyên Parlamentoya Tirkiyê 550 kursî ne, 20 partiyên siyasî û 165 namzedên serbixwe li ser bidestxistina van kursiyan rikeberiyê dikin.

Li gorî rapirsiyên ku heta îro hatine belavkirin, tê çaverêkirin ku di vê hilbijartinê de Partiya Dad û Geşedanê (AKP), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Seadetê (SP) û Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) rêjeya herî mezin a dengan bidest bixin.

Di vê xişteya li jêr de encama rapirsiya meha Gulanê ya çar dezgehên raya giştî heye:   

                 

Şîrketên raya giştî

AKP

CHP

MHP

HDP

SP - BBP

Yên din

Metropoll

42.80%

27.00%

17.10%

9.20%

3.10%

0.80%

Gezici

38.20%

30.10%

17.10%

10.50%

-

4.10%

ORC

47.50%

23.90%

15.00%

8.10%

4.00%

1.50%

Denge

45.60%

25.50%

15.10%

9.50%

2.30%

2.00%

 

Wek tê dîtin cudahiyeke berçav di navbera encama van rapirsiyan de heye. Sedemê sereke yê vê cudahiyê, bandora partiyên siyasî ye li ser dezgehên ku rapirsî pêk anîne. Lê dema mirov berê xwe dide karên berê yên van dezgehan, bi zelalî tê dîtin ku ORC di hilbijartinên borî de, encamên rapirsiyên wê yên herî nêzîk bûn ji encamên hilbijartinan û pêşbîniyên wê heta asta ji sedî 90 rast derketin.

Wek mînak, di rapirsiyekê de ku ORCê roja 16.03.2014 saz kir, pêşbîniyên encamên hilbijartina şaredariyan yên 30yê Adara 2014 bi vî rengî bûn: 

                                     

AKP

CHP

MHP

BDP-HDP

45.70%

28.30%

16.00%

6.00%

 

Encamên fermî yên hilbijartinê jî ku ji aliyê Dezgeha Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê hatin belavkirin bi vî rengî bûn: 

      

AKP

CHP

MHP

BDP-HDP

43.40%

25.62%

17.62%

6.53%

 

Li gorî vê yekê em dikarin bêjin ku, rapirsiya ORC li gorî yên din cihê baweriyeke zêdetir e. Lê rapirsî tenê pêşbînîkirina encamên rasteqîn in. Dibe ku encamên hilbijartinan bo her partiyekê bi rêjeya ji sedî 1 heta 5 cuda bin ji encamên rapirsiya herî bawerpêkirî.

Di bendewariya vê hilbijartinê de, careke din babeta rêje û bandora dengê kurdan li ser siyaseta Tirkiyê derdikeve holê. Ev lêkolîn hewl dide vê mijarê hinekî zelal bike. Bi rêya şîrovekirina eger, pêşbînî û senaryoyên encamên hilbijartinê û diyarkirina hejmar û rêjeya dengderên kurd û belavbûna wan li ser partiyên Tirkiyê. 

Senaryo û egerên hilbijartina Parlamentoya Tirkiyê

Beriya ravekirina senaryo û egerên hilbijartina Parlamentoya Tirkiyê, pêwist e pêşî sîstema vê hilbijartinê bê zelalkirin. Li gorî yasayên Tirkiyê, pêwist e partiyên ku beşdarî hilbijartinê dibin, ji sedî 10 ji dengan bidest bixin da bikarin bigihin Parlamentoya Tirkiyê. Berovajî vê, hemû dengên wan yên bidestxistî ji dest wan diçin û li ser partiyên ku berbesta ji sedî 10 ya dengan derbas kirine, belav dibin.

Ev berbest an bendava ji sedî 10 ya dengan berhema derbeya leşkerî ya sala 1980 ye. Ji wê çaxê û heta niha, tevî ku car caran xwesteka hevbeş bo rakirina wê yan daxistina wê hebû jî, lê her li cihê xwe ma.

Partiyên kurdî ku ji salên 90 ve li Tirkiyeyê bi şêweyekî fermî hatin damezrandin, mezintirîn astengî li pêşberî wan bo gihîştina parlamentoyê ev berbest bi xwe bû. Partiyên HADEP û DEHAP ku di hilbijartinên giştî yên salên 1995, 1999 û 2002 de beşdarî kirin, tevî ku di hilbijartina 1995 de 01.171.623 deng û di hilbijartina 1999 de 01.482.196 û di hilbijartina 2002 de 01.960.660 deng bidest xistin, lê nikaribûn bigihin Parlamentoya Tirkiyê, çimkî rêjeya dengê wan nedigihîşt ji sedî 10. 

Piştre di hilbijartina giştî ya sala 2007 de, DTP ku mîratgira DEHAP bû, biryar da li şûna beşdarbûna di hilbijartinan de wek partiyeke siyasî, bi namzedên serbixwe beşdar bibe. Tevî ku tevahiya dengên wan dîsa nedigihîştin ji sedî 10, ji koma giştî ya 62 namzedên serbixwe yên endamên DTP ku xwe namzed kiribûn, 22 ji wan karibûn bigihin Parlamentoya Tirkiyê. Ev hîleyeke rewa bû ku DTP dît da bêyî derbaskirina berbesta hilbijartinan bigihe parlamentoyê.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2011 de jî, BDP ku mîratgira DTPê bû, bi heman awayî “namzedên serbixwe” di hilbijartinan de beşdarî kir û karibû bi bidestxistina rêjeya ji sedî 5.67, 35 kursiyên parlamentoyê ji xwe re misoger bike. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku mîratgira HADEP, DEHAP, DTP û BDPê ye, piştî ku serkirdê wê Selahedîn Demîrtaş karibû di hilbijartina serokê komara Tirkiyê di Tebaxa 2014 de ji sedî 9.76 ji dengan bidest bixe, li wê yekê fikirî ku dikare di hilbijartina giştî de berbesta ji sedî 10 derbas bike û biryar da weke partiyeke siyasî di hilbijartina parlamentoyê ya Hezîrana 2015 de beşdariyê bike.

Vê biryara HDP bandoreke balkêş li ser tevahiya hilbijartinê dirust kir. Ji ber ku di egera derbaskirina berbestê de, bêhtirî 60 kursiyên parlamentoyê ji xwe re misoger dike. Ev tê wateya duqatbûna hejmara kursiyên wê yên niha. Herwiha tê wateya kêmkirina kursiyên AKPê bo 300 kursiyan an kêmtir.

Egera duyem ew e ku HDP berbestê derbas neke. Eger wiha bibe, dora 4 milyon dengên dengderên kurd vala diçin û HDP mafê nûnertîkirina wan li parlamentoyê ji dest dide. Pirraniya kursiyên wê jî dibin para AKPê. Eger wiha bibe, hejmara kursiyên AKPê li parlamentoyê dibe bêhtirî 350 kursiyan. 350 kursiyên parlamentoyê bes in da AKP guherandina destûrê bibe referandûmê. Ev guherîna destûrî jî ku AKP plana wê daniye, guherîna sîstema desthilata Tirkiyê ye ji sîstema parlamenî bo sîstema serokatiyê.  

Di van herdu xişteyên li jêr de, şîroveyek hatiye nîşandan bo hejmara nêzîk a kursiyên partiyên AKP, CHP, MHP û HDP di herdu egerên derbaskirin an derbas nekirina berbesta ji sedî 10 ji aliyê HDPê.

Xişteya yekem: Eger HDP berbesta ji sedî 10 derbas bike. 

Rêjeya dengên pêşbînîkirî yên partiyan di vê xişteyê de bi vî rengî ye. AKP: ji sedî 45, CHP: ji sedî 25, MHP: ji sedî 15 û HDP: ji sedî 10 û hemû partiyên din: ji sedî 5.                                                                                                                            

 

Navê Partiyê

AKP

CHP

MHP

HDP

Yên Din

Rêjeya Dengan

45.00%

25.00%

15.00%

10.00%

5.00%

Hejmara Kursiyan

300

128

66

56

0

 

Xişteya duyem: Eger HDP berbesta ji sedî 10 derbas neke.

Rêjeya dengên pêşbînîkirî yên partiyan di vê xişteyê de bi vî rengî ye. AKP: ji sedî 45, CHP: ji sedî 25, MHP: ji sedî 15 û HDP: ji sedî 9 û hemû partiyên din: ji sedî 6.                                                                                       

 

Navê Partiyê

AKP

CHP

MHP

HDP

Yên Din

Rêjeya Dengan

45.00%

25.00%

15.00%

9.00%

6.00%

Hejmara Kursiyan

345

135

70

0

0

 

Ev herdu xişte nîşan didin ku di egera derbaskirina berbesta ji sedî 10 ji aliyê HDP, ziyaneke herî mezin li AKPê dikeve. Berovajiya wê jî, qezenca herî zêde dibe para AKPê. Herdu partiyên din dikevin jêr bandoreke kêmtir.

Bandora dengderên kurd li ser hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê

Beriya pêkanîna şîrovekariyê li ser kartêkirina dengderên kurd li ser hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê, pêwist e bersiva pirsyarên hejmara rûniştvanan û hejmara dengderên kurd li Tirkiyeyê bê dan.

Hejmara rûniştvanên kurd li Tirkiyeyê:

Heta niha datayeke tevahî li ber dest tune derbarê hejmara hemû rûniştvanên kurd li Tirkiyeyê. Bi dehan ferezî hene ku pirraniya wan bi motîfên siyasî hatine danîn û nabin cihê bawerîpêkirinê bo pêkanîna lêkolînekê. Baştirîn data ku dikare wek bingeh bo şîrovekariyê bê bikaranîn, hejmara nêzîk a rûniştvanên kurd e li Tirkiyeyê ku di raportên CIAyê de hatine. Li gorî raporta têkildar a CIAyê bo sala 2013, hejmara kurdan li Tirkiyeyê 14.525.007 kes e.

Di vê lîsteyê de hejmara nişteciyên tirk û kurdên Tirkiyê, ji bo dema 5 salan diyar dike.

(Jêder: Raportên CIA)

Hejmara nişteciyên kurd

Hejmara nişteciyên tirk

Sal

13,824,994

57,604,143

2009

14,004,742

58,353,092

2010

14,181,399

59,089,161

2011

14,354,903

59,812,096

2012

14,525,007

60,520,864

2013

 

Li gorî vê lîsteyê, rêjeya geşbûna salane ya nişteciyên kurd li Tirkiyê, nêzîkî 1.3 ji sedî ye. Êdî hejmara nişteciyên kurd li Tirkiyê ji bo sala 2015 bilind bû heta 14,884,503  kesî. Li gorî datayên dezgeha Tirkiyê TÜİK hejmara nişteciyên Tirkiyê  77,695,904 kes e. Li wê gorê rêjeya Kurdan li Tirkiyê 19.16 ji sedî ye. Lê ev rêje tev li cihekî neciviya ye. Ji encama alanîzkirinê, ew amarên li ber destan derketine, ku nêzîkî 9 milyon kes ji kurdên Tirkiyê nişteciyên bajarên bakurê Kurdistanê ne.

Ev lîste navên bajarên bakurê Kurdistanê, tevaya nişteciyên wan, rêje û hejmara nişteciyên kurd û dabeşbûna wan li wan bajaran diyar dike:

Hejmara nişteciyên kurd (Bakurê Kurdistanê)

Rêjeya nişteciyên kurd

Hejmara nişteciyan

Navê parêzgehê

Hejimar

559,209

36.00%

1,889,466

Dîlok

1

1,335,267

88.00%

1,845,667

Reha

2

1,236,661

92.00%

1,635,048

Amed

3

367,079

41.00%

1,089,038

Gumgum-Mereş

4

856,742

96.00%

1,085,542

Wan

5

525,402

81.00%

788,996

Mardîn

6

215,102

34.00%

769,544

Meledî

7

307,493

49.00%

763,320

Erzirom

8

97,332

19.00%

623,116

Sêvas

9

324,383

66.00%

597,835

Semsûr-Edî Yemen

10

252,493

54.00%

568,753

Xarpêt

11

435,485

95.00%

557,593

Êlih

12

411,046

91.00%

549,435

Agrî

13

488,966

100.00%

488,966

Şirnex

14

273,834

81.00%

411,216

Mûş

15

252,883

91.00%

338,023

Bedlîs

16

188,448

72.00%

318,366

Sêrt

17

119,427

49.00%

296,466

Qers

18

276,287

100.00%

276,287

Colemêrg

19

194,641

89.00%

266,019

Çewlîg

20

68,025

37.00%

223,633

Erzingan

21

66,315

42.00%

192,056

Îdir

22

17,998

17.00%

128,781

Kilis

23

33,979

41.00%

100,809

Erdexan

24

86,527

100.00%

86,527

Dêrsim

25

8,991,024

 

15,890,502

Tevaya giştî

 

Ev lîste diyar dike ku hejmara nişteciyên bakurê Kurdistanê nêzîkî 16 milyonan e. 9 milyon ji vê hejmarê kurd in. Hejmara ku dimîne nêzîkî 6 milyon kurd e, ku li ser bajarên tirkî dabeş bûne.

Ev lîste navê beşekî ji bajarên Tirkiyê, tevaya giştî ya nişteciyên wan û rêjeya hejmara nişteciyên kurd li wan bajaran diyar dike:

Hejmara nişteciyên kurd (Bajarên tirkî)

Rêjeya nişteciyên kurd

Hejmara nişteciyan

Navê parêzgehê

Hejmar

3,073,084

26.00%

14,377,018

Istanbul

1

371,956

11.00%

4,113,072

Îzmîr

2

568,000

40.00%

1,727,255

Mêrsîn

3

534,110

30.00%

2,165,595

Edene

4

846,790

20.00%

5,150,072

Enqere

5

499,539

Bajarên din

6

5,893,479

Tevaya giştî

 

Encama şirovekirina datayên raportên pêwendîdar ên CIA vê yekê bi zelalî diyar dike ku hejmara nişteciyên kurd li Tirkiyê bi tevayî nêzîkî 15 milyonan e. Nêzîkî 9 milyonan ji wan li 25 parêzgehên bakurê Kurdistanê ne. 6 milyonên din ji wan li parêzgehên tirkî ne. Ev hejmar jî dike nêzîkî 2 ji sedî ji tevaya giştî ya hejmara nişteciyên Tirkiyê.

Rêjeya dengdarên kurd li Tirkiyê

Niha dibe hejmar û rêjeya dengdarên kurd li bakurê Kurdistanê û navçeyên din ên Tirkiyê werin hisabkirin.

Li gorî datayên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, tevaya hejmara dengdarên 25 parêzgehên bakurê Kurdistanê 9,431,121 dengdar e. Lê li wê gorê ku li wan 25 parêzgehan bêyî Kurdan, her yek ji pêkhateyên Tirk, Eereb, Azerî û Suryanî dijîn, tevaya van dengdaran ne Kurd in. Li ser bingeha wan amarên li jorê hatine şirovekirin, hejmara dengdarên kurd li bakurê Kurdistanê 5,336,234 dengdar in. Ev yek jî bêyî wan kurdên ku li derveyî bakurê Kurdistanê li bajarên din ên Tirkiyê dijîn.

Li derveyî bakurê Kurdistanê, li bajarên Istanbul, Îzmîr, Bursa, Mêrsîn, Enqere, Konya, Edene û hejmarek ji bajarên din, nêzîkî 4,078,262 dengdarên kurd hene.

Êdî tevaya giştî ya hejmara dengdarên kurd li hundirê Tirkiyê dike 9,414,496 dengdar. Ev hejmar, li gorî tevaya giştî ya hejmara dengdarên Tirkiyê ku 53,765,231 kes e, dike 17.51 ji sedî ji dengdarên vî welatî. Bi wateyeke din ji her 5 dengdarên tirk yekî kurd heye.

Li deveyî vê hejmarê 2,867,658 dengdar hene ku li derveyî Tirkiyê hatine tomarkirin. Nêzîkî 1 li ser 3 ji vê hejmarê Kurd in. Di encamê de derdikeve ku nêzîkî 10 milyon bêhtir ji dengdarên kurd mafê wan ê beşdariyê di hilbijartinên parlementoya Tirkiyê de heye.

Tevaya vê şiroveyê diyar dike ku rêjeya bandora dengdarên kurd di hilbijartinên Tirkiyê de 1 li ser 5 e.

Dabeşbûna 10 milyon dengên Kurdan

10 milyon dengên Kurdan çawa li ser partiyên beşdar dabeş dibin û kî bêhtirîn beşî ji wan dibe?

Dibe bersiva vê pirsê ji lêkolîneke dezgeha KONDA were standin, ku piştî hilbijartinên bajarvanî yên 30ê Adara 2014 li Tirkiyê pêk hat. Li gorî vê lêkolînê, di wan hilbijartinan de 42 ji sedî ji dengdarên kurd dengên xwe dane Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî, herwiha 45 ji sedî ji wan dengê xwe dane Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP û kandîdên serbixwe yên nêzîkî wan herdu partiyan. 6 ji sedî ji wan dengê xwe dane Partiya Gel a Komarî CHP û ji sedî 4 ji wan dengê xwe dane Partiya Tevgera Nasyonalîst a Tirkî MHP. Ji sedî 3 yekeyên din li ser partiyên din dabeş bûne.

Eger dabeşbûna dengê Kurdan di hilbijartinên 2014 de weke bingeh, ji bo hilbijartinên parlementoya îsal, were standin, ji egera beşdarbûna dengdarên kurd, HDP nêzîkî 4,666,672 deng, AK Partî nêzîkî 4,355,560  deng, CHP nêzîkî 622,223 deng û MHP jî nêzîkî 414,815 dengên Kurdan ji xwe re dibe.

Tiştek maye ku were behskirin, ew jî bandora rêjeya beşdariyê li ser hilbijartinan e.

Rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinên bajarvanî yên Tirkiyê de, di 30.03.2014 de, ku HDP   2,929,727 deng tê de anîn, 89.15 ji sedî bû. Di heman demê de rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinên serokomarê Tirkiyê de, di 10.08.2014 de, ku Selahedîn Demîrtaş 3,958,048 deng tê de misoger kir 74.13 ji sedî bû. Êdî ligel wê yekê ku rêjeya beşdarbûnê kêm bû, hejmara dengdarên HDP zêde bûn. Wateya vê yemkê ew e ku ligel daketina rêjeya beşdariyê, rêjeya dengdarên tirk kêm dibe û rêjeya dengdarên kurd weke xwe dimîne yan zêde dibe.

Encamên giştî

Bihaya dengê dengdarên kurd li seranserî Tirkiyê dike 101 kursiyên parlementoyê. Wate “eger tevaya dengdarên kurd li seranserî Tikrkiyê deng bidin yek partiyê, bi kêmanî 101 kursiyên parlementoyê ji xwe re misoger dikin.”

Bihaya dengê dengdarên bakurê Kurdistanê, bi Kurd, Tirk û pêkhateyên din dike 123 kursî. Wateya vê yekê ew e ku “eger tevaya nişteciyên bakurê Kurdistanê deng bidin yek partiyê, bi kêmanî 123 kursiyan bidest dixînin.”

Bandora dengdarên kurd li ser hilbijartinên Tirkiyê bi rêjeya 1 li ser 5 e.

Pêşbînî ji bo dengên HDP

Eger di hilbijartinên îsal de HDP bikaribe wan dengdaran biparêze, ku di Tebaxa 2014 de deng dane Selahedîn Demîrtaş, di daketina rêjeya giştî ya beşdariyê bo nêzîkî 70 ji sedî, egera derbaskirina berbestê ji sedî 10 ji aliyê HDP ve gellekî bilind dibe. Bi berevajî vê yekê, ji bo her pwênteke rêjeya dengdaran ku bilind dibe, pêwîstiya HDP bi 56,000 dengan heye ji bo derbaskirina berbestê. Weke mînak, eger rêjeya beşdariyê ji sedî 70 be, ji bo derbaskirina berbestê 3,964,302 deng besî HDP ne. Eger rêjeya beşdariyê bilind bû heta 71 ji sedî, ji bo heman mebestê, pêwîstiya HDP bi 4,020,935 deng heye.

Jêder

- Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê.

- Raportên Malpera CIA

- Raportên Analîzkirina Dengdarên Tirkiyê KONDA, Nîsana 2014

- Lêkolîna “Türkiye’de Kürt Nüfusu”, Radîkal, Tarhan Erdem, 18.04.2013

- Lêkolîna “Türkiye’de Kürt Nüfusu-2”, Sebah, Hesen Celal, 23.04.2013