Sînan Çîftyurek: Îsal 425 karker mirine û ev terora civakî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 425 karkerêna canê xwe ji dest daye û ev “terora civakî ye.”

Parlamenterê DEM Partiyê bi helkefta 1ê Gulanê Cejna Karkeran bi sernavê “Lêkolînkirina Pirsgirêkên ku Kedkar Dijîn” pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Piştî gotûbêjê dengdan li ser pêşniyarê hat kirin û bi piraniya dengên parlamenterên AK Partî û MHPyê hat redkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek di Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê de li ser sedemên pêşniyara lêkolînê ya partiya xwe  axivî.

Çîftyurek, eşkere kir ku di 4 mehên destpêka îsal de li Tirkiyeyê 425 karkeran li ser de canê xwe ji dest daye û ev yek “terora civakî ye.”

Sînan Çîftyurek di berdewamiya axaftina xwe de li ser qedexe û astengkirina pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Meydana Taksîmê ya Stenbolê jî got:

“Eger Wezîrê Karên Navxwe li Taksîmê li rêxistinên terorî digere, bila destpêkê wan terorîstên ku 1977an 38 karker kuştine bibîne.”

“Mûçeyê herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de dimîne”

Çîftyurek amaje bi wê yekê jî kir ku li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm her diçe di bin sînorê birçîbûnê de dimîne.

Çîftyurek herwiha behsa rewşa karkeran jî kir û wisa got:

“Mixabin berpirsên desthilatê dibêjin mûçeyê kêmane heta dawiya îsal nayê zêdekirin.

Ev tê wê wateyê ku bi milyonan karkeran bi mirinê re rubirû dihêlin.”