Di mîtînga AK Partiyê de platform hate xwarê; birîndar hene

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan AK Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di mîtînga Enqerê ya hilbijartinên 14ê Gulanê yê AK Partiyê de beşeke platformê hate xwarê û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro Yekşemê yek ji mîtîngên xwe yên herî mezin ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê li Enqerê li dar bixe. Di dema amadekariyên mîtîngê de platformeke li qadê hate xwarê.

Di vê çarçoveyê de li qada mîtîngê ku platformeke mezin lê hatibû avakirin ekranên led, sîstemên deng ên mezin û pankart hatin danîn.

Platforma li qada mîtîngê ji hev ket. Li qada ku hin welatî bi sivikî birîndar bûn, hêzên ewlehiyê destûr nedan kamera cihê bûyerê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst