Krîza aborî û erdhejê coşa welatiyan a ji bo hilbijartinan sar kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hemû aliyên siyasî bi hemû hêz û kertikên xwe daketine qadan. Herkes hewl dide welatiyan razî bike da ku dengên wan wergire. Lê li gor hilbijartinên çûyî ne germûgurahiya bangeşeyan li nava bajaran heye û ne jî ew kelecana berê. Tenê li meydanên mezin ên bajaran partiyên siyasî standên xwe danîne lê ew heşermeşera ku berê li kuçe û kolanan pehn dibû nema ye. Hinek weke sedem qeyrana aborî, hinek erdhêj û hinek jî nemayîna baweriya bi siyasetmedaran nîşan didin.

Tirkiye berev bi hilbijartina herî krîtik ya ji destpêka damezrandina komarê ve diçe. Ew çend sal in civak bûye du beş û hemû alî vê hilbijartinê weke hilbijartina sedsala duyem ya welêt bi nav dikin. Tevî ku rewş wiha ye jî li kuçe û kolanên bajaran nîşaneyên vê yekê kêm in. Ne ew kelecana berê heye û ne jî ew deng û heşermeşera ku meriv ker dikir.

Welatî Koray Toy got, “Sedem qeyrana aborî ye bi ya min ne tiştekî din e. Bandor li me hemûyan dibe mixabin. Em bêjin ya bi xêr.”

Welatî Alî Îmran Karahan jî anî ziman, “Rewşa siyasî ya ku welatê tê de ye bi ya min sedema sereke ye. Medya hatiye hênciqandin û bêdengkirin. Mirov nikare nêrîna xwe bi azadî bîne ziman. Bi ya min sedem ew in.”

Welatî Siddik Yel li ser rewşê got, “20 salan welat nebaş birêve birin. Qeyran heye, kirê zêde ne, bêkarî heye. Neheqî tê kirin, sîstema dadweriyê nemaye û dad nîn e.”

Bi taybetî li bajarê Stenbolê ku navenda hilbijartinan e ji ber rêjeya mezin ya dengdêrên ku lê ne, ew yek zêdetir xuya dike. Ew cadde û kuçe û hemû cihên vala ku di dema bangeşeyan de dibûn xeml û reklama partiyan vala ne.

Welatiyê bi navê Bayram Akyuz got, “Dibe ku girêdayî erdhêjê be gelo? Erdhêjek çêbû û 15-20 milyon kesî tesîr jê girt. Bandora vê heye û helbet xelk bê hêvî ye. Kîjan partî tê bila were xelk bawer dike ku tiştek naguhire.”

Welatî Kemal Han anî ziman, “Erdhêjê bandor kir. Milet bi ber xwe dikeve, em jî li ber xwe dikevin. Di wê demê de ku xelk li wan deran di nava xemê de ne nabe bi dahol û zirneyan coş hebe.”

Welatî Ozcan Ozkoca got, “Bi ya min sedem erdhêj e. xelkê tiştekî ne baş jiya û wê jî hilbijartin avêt rêza duyem û bê kelecan kir.”

Hemû partiyên siyasî li wan meydanan standên xwe datînin lê eleqeya xelkê digel hemû standan jî dûr e ji eleqeya berê. Seyareyên deng yên bangeşeyê weke berê nagerin. Tevî ku kêmtir ji du hefteyan maye ji hilbijartinan re jî tu dibê qey hê meh li benda hilbijartinê ne.