Kiliçdaroglu: Divê girtiyên Gezî, Kavala û Demirtaş bên berdan

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet ê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, heger hûn dewleta yasayê ne divê hûn Selahattin Demirtaş û Osman Kavala berdin. Her wiha divê li gor yasayê nêzîkî her partiyeke siyasî bibin.

Kemal Kiliçdaroglu êvara 29ê Nîsanê beşdarî bernameyeke televizyonî bû û mijarên di rojevê de û amadekariyên xwe û partiya xwe yên ji bo hilbijartinan nirxand.

Kiliçdaroglu li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û mayîna Demirtaş û Kavala ya di girtîgehê de axivî û got, “Ger hûn dewleta yasayê ne wê demê hûn ê berdin.”

Her wiha Kiliçdaroglu derbarê yasayê û li ser wê bingehê nêzîkatiya ji HDPê re jî axivî û got, “Bi hemû partiyan re pêwendiya me heye. Îro li parlementoyê tevî şert û mercên niha partiya ku bi hemû partiyan re hevdîtinê dike emin. Em bi AK Partiyê, MHPê û HDPê re jî hevdîtinê dikin. Dijminatiya HDPê dikin. Ger tu dijminatiya wê bikî wê demê tu dualî dilîzî. Serokwekîlê HDPê parlementoyê birêve dibe. Hûn neçar in di nava yasayan de tevbigerin.”

Kiliçdaroglu bo girtiyên Gezî, Kavala û Demirtaş got, “Ji bo kesek ji girtîgehê bê derxistin ne pêwîste yasaya wê hebe? ger yasa nebe tû çawa dikarî bêjî ‘hema ez te berdidim’. Ger neheqiyek hebe, bê ku li nêrîna wî ya siyasî binêrî li vir şaştiyek heye divê were sererastkirin. Yên ku bi doza geziyê di zindanê dene, çi gunehê wan heye? Osman Kavala çima? Selahattin Demirtaş çima? Yek ji wan jî ne ji ber terorê gitîne, ji xelkê nerasat dibêjin. Hûnê rastiyê ji xelkê re bibêjin. Hûn dikarin kesekê rexne bikin, kes ji vê re tiştekê nabêje. Mafdar be ezê xwe diber çavan re derbas bikim. Lê biryara Dadgeha Mafê Mirov a Ewroapa heye. we xistiye Destûra Bingehîn, ‘dibê her kes pabendî wê be.’ Hûn dewleta yasayê ne? ger wisa be wî demî hûnê wan berdin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst