Pisîkekê çêlîka xwe bire nexweşxaneyê û da dermankirin

30-04-2020
Nîşan Stenbol Pisîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, pisîkek çêlîka xwe dibe beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyekê û dide dermankirin.

Li Stenbolê pisîkekê çêlîka xwe ya nexweş bir beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyekê, karmendên nexweşxaneyê çêlîka wê derman kirin. Bûyer piştî li ser Twitterê hat parvekirin bû rojeva medyayê.

Bikarhênera bi navê Merve Ozcan roja Duşemê 27ê Nîsanê li ser twittera xwe wêneyên pisîkekê belav kirine û ragihandiye, ku pisîkekê bi devê xwe rahiştiye çêlîka xwe, wê dibe nexweşxaneyê û bi tevgera xwe ya balkêş ji karmendên tendirûstiyê alîkariyê dixwaze.

Karmendên beşa çavdêriya hûr yekser alîkariya çêlîka nexweş dikin û pisîka dayîk jî bi xemgînî li çêlîka xwe temaşe dike ku di nav destê pizîşk û perestyaran de ye.

Karmendên nexweşxaneyê şîr didin pisîka dayîk û piştî midaxeleya pêwîst, pisîka nexweş dişînin veterîneyê da tam were dermankirin.

Wêneyên vê bûyerê li Tirkiyê li sosyal medyayê bi awayekî berfireh hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst