Li taxeke Istenbolê tirs li ser avahiyan heye ku bêne hilweşin

30-04-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Taxa Esenyurt a Stenbolê 40 avahî hatin valakirin
Li Taxa Esenyurt a Stenbolê 40 avahî hatin valakirin
Nîşan Stenbol Esenyurt Derz Avah Hezaz
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li taxeke ser bi Esenyûrt a Stenbolê ve rê, avahî û mal diqelişin û derzên metirsîdar rû dan. Piştî metirsiya bi vî rengî 40 avahî hatin valakirin. Qadeke înşaatê ku beriya çend mehan hatibû vedan weke sedema van qelşan tê nîşandan û ji nû ve tê tijekirin.Daxwazan wan ewe da berpirsiyarên fermî bi daxuyanî û raporên zanistî sedemê eşkere bikin.

 

Esenyûrt a navçeya Stenbolê ku piraniya niştecihên wê Kurd in di nava metirsiyekê de dijî. Di çend hefteyên dawîn de li ser rêyên taxa  Guzelyûrt û li avahiyan terz û qelîştok çêdibin. Egeriya erdhêjeke mezin careke din kete rojeva Stenbolê û ew derz weke nîşaneyên wê hatin nirxandin. Lê pişt re diyar bû ku sedem qadeke mezin a înşaatê ye ku ew beriya çend mehan hatiye vedan.

 

Niştecihê taxê Ersoy Solmaz ji Rûdawê re got: “Zemîna vira saxlem nîne. Kevir tê de nîne û binê vir xalî ye. Cihê herfiyatê ye û ji ber wê sedemê wiha dihezize.”

 

Esnafê bi nave Resûl Altinkaynak jî da zanîn ku piştî ku stûnên vê înşaatê hatin berdan derdor dihezizî û got: “Ez du sal in li vir rûdinim û beriya 6 mehan vê înşaatê destpêkir û cihê meşa peyayan xirabû. Em li benda raporê ne da em jî zanibin rewş çi ye. Em gelekî mexdûr in û em nikarin dikanên xwe jî vekin.”

 

Piştî ku ew derz û qelîştokan destpêkir bi biryareke fermî 40 avahiyên derdorê hatin valakirin. Rêya mezin aa nava taxê hate girtin û lêkolînan dest pê kir. Tîmeke erkdar hefteyek e li cihê vê rûdanê xebatên xwe berdewam dike.

 

Niştecihê taxê Emrah Toprak jî wiha axivî: “Roja înê malên me hatin valakirin û em nikarin herin mal. Ez 7 sal in li vir rûdinim û tu kêşeyek nebû. Dema dest bi vedana vê înşaatê kirin kêşe jî destpêbûn. Her tim serê mijarê hate girtin heta ku ew qelîştok çêbûn. Niha înşaatê digirin lê tirsa me ew e ku ew têrî neke. Divê baş bête çareserkirin.

 

Şaredariya navçeyê biryarek stend da ew çala mezin ku ji bo avahiya dibistanekê hatiye vedan bête tijekirin. Bi hevkariya zankoyekê jî lêkolînên erdnasî berdewam dikin û çaverê ye di nava çend rojan de raporeke berfireh bê amadekirin. Lê xelk bêhtir agahî û eleqeya hikumetê jî dixwaze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst