Demîrtaş: Eger Taksîm nebe, nabe

Stenbol (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê dîsa pîrozakirina cejna karkeran li Meydana Taksîma Stenbolê qedexe kir lê karker û HDP li ser wê meydanê rijd in.

Sibê roja 1ê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran e. Li seranserî cîhanê bi taybet li Tirkiyê karker xwe ji bo pîrozkirina vê rojê hazir dikin.

Ji sala 2013ê ve Meydana Taksîmê ya bajarê Stenbolê ji bo pîrozkirina çalakiyên roja cîhanî ya karkeran, 1ê Gulanê, ji aliyê hikûmetê ve tê qedexekirin ji ber wê jî gellek caran alozî derdikevin.

Hikûmetê îsal jî ragihandiye, jibilî Meydana Taksîmê karker dikarin li her derî cejna xwe pîroz bikin…

Li ser vê yekê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bang li hikûmetê kir ku rê bide karker li Meydana Taksîmê cejna xwe pîroz bikin.

Li gorî Demîrtaş, eger cejna 1ê Gulanê li Taksîmê neyê pîrozkirin tê wê wateyê ku ew cejn nehatiye pîrozkirin.

Parlamenterê HDPê Hasîp Kaplan jî li dijî vê biryara hikûmetê nerazîbûn nîşan da û got, astengkirin û qedexekirina cejna karkeran dibe sedema derketina şer û aloziyê…