61 milyon kesan maf heye sibê biçin ser sindoqan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan ser wezîfeyê bin welatî sibe diçin ser sindoqan.

Di hilbijartinên şaredariyan de dê ji 61 milyonan zêdetir dengdêr li 208 hezar sindoqan ji bo namzedên serbixwe û 34 partiyên siyasî dengên xwe bidin.

Li Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir , Kilîs, Ordu, Rize, Gîresun, Artvîn, Gumuşhane, Trabzon û Bayburt jî di navê de dê li 32 bajaran dengdayîn di navbera 07:00-16:00an de be, li bajarên din jî dengdayîn dê di navbera 08:00-17:00an de be.

Heta Komîsyona Bilind a Hilbijartina a Tirkiyeyê (YSK) qedexeya weşanê raneke dê encamên hilbijartinan neyên eşkerekirin.

1004 sindoqên seyar

Ji bo dengdêrên ku ji ber nexweşî yan jî anstengdarên girêdayî nivînan 1004 sindoq hatin amadekirin.

Ew dê dengê xwe li ser wan sindoqan bidin.

Heta saeta dengdayînê neqede dê sindoq venebin

Li parêzgehên ku saeta dengdayinê 07:00-16:00 e beriya 16:00an û parêzgehên din jî beriya 17:00an dê hejmartina dengan neyê kirin.

Eger hemû dengdêrên di lîsteyê de dengê xwe bi kar bînin jî bi teqez heta saet neqede dê sindoq venebin.

“Em ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an amade ne”

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartina a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener pêşwazî li Misyona Çavdêriya Hilbijartinan a Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê kir û piştî wê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Yener derbarê xebatên hilbijartinan de got, "Komîsyona Bilind a Hilbijartina a Tirkiyeyê (YSK) û lijneyên hilbijartinan ên navçeyan amadekariyên xwe yên dawiyê qedandin û êdî em ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an amade ne."

Hejmartina dengan û hesabkirina wan a di dema fitarê de

Yener anî ziman ku ji ber meha Remezanê hejmartina dengan û hesabkirina wan dikeve dema fitarê û got:

"Komîsyona Bilind a Hilbijartina a Tirkiyeyê (YSK) di biryara xwe ya doh de diyar kiribû ku dê li gorî rêziknameya qanûnî kar û xebatên hilbijartinan bênavber bidomin.

Di vê rewşê de, divê ew encam neyê derxistin ku ew xebatkarên li ser sindoqan ên ku di Remezanê de rojiyê digirin, rastî zehmetiyan bên.

Em di wê baweriyê de ne ku hemû partiyên me yên siyasî dê di vî warî de pêwîstiyên berpirsên sindoqan bi cih bînin.

Di heman demê de hejmartina dengan jî wê bênavber bidome."