‘Meral Daniş Beştaş ji sedî 9ê dengan bistîne tecrîda li ser Îmraliyê radibe’

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên şaredariyan de rikeberiya herî dijwar a mixalefeta sereke û desthilatê li ser bidestxistina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye ku 16 milyon kes li wir dijîn.

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyên bajar û bajarên mezin, endamên encûmena şaredariyên, muxtar û endamên desteya rihspiyan tên hilbijartin.

Encamên 31ê Adarê ji sindoqên bajêr derdikevin bi qasî herdû aliyan bo Kurdan jî gelekî girîng tên dîtin.

Şirovekar û rojnameger Rasîm Ozan Kutahyali li ser hilbijartinan û girîngiya Stenbolê got:

“Eger Meral Daniş Beştaş ji sedî 9ê dengan bi dest bixe dê bi vê yekê sê pêşhat çêbibin. Yekem dê tecrîda li ser Îmraliyê rabe. Buroya Asrin a Hiqûqê dê bikare ligel Ocalan hevdîtinan bike.

Duyem dê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên Kurd tevî Osman Kavala ji girtîgehê derkevin. Sêyem qeyûm li ser şaredariyên Kurdan nayên danîn.

Proseyeke nû ya çareseriyê nabe, ez nikarim derewan li gelê Kurd bikim îhtimaleke nû ya proseya çareseriyê nîne lê dibe ku nermbûnek çêbibe.

Dibe ku keşûhewa nerm bibe û nermbûna keşûhewayê jî li beramber Kurdan tolaransên zêdetir tîne û qadên azadiyê vedike lê ev yek bi bêalîbûna Kurdan a di şerê di navbera Tirkan de çêdibe.”

Bi saya dengderên Kurd û piştevaniya HDPyê 2019an CHPyê Şaredariya Stenbolê bi dest xist.

Vê carê DEM Partî piştevaniya aliyekî nake û berbijêrên wê hene.

Eger berbijêrên wê rêjeyeke bilind a dengên Stenbolê bi dest bixin destê DEM Partiyê li hember hikûmetê û aliyan bihêz dibe lê berovajiya wê asoyeke geş ji bo DEM Partiyê û Kurdan di siyaseta Tirkiyeyê de xuya nake.

“Bi şer bi çekê ev çareser nabe”

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren jî got:

“Gelê Kurd ji sindoqê bihêz derkeve, ev tê wê wateyê gelê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî bi şûn de gav navêje. Daxwazên me yên neteweyî ev in. Bi wî awayî em bihêz derkevin, wê demê dê desthilat jî bibêje, me çi kir û nekir.

Me qeyûm tayîn kir. Me siyasetmedarên wan jî xistin zindanan. Me çi kir, nekir bi wî awayî bi şer bi çekê ev çareser nabe.

Eger em ji sindoqê lawaz derkevin, qels derkevin, bawer nakim, AKP bi me re danûstandinê bike. Wê demê AKP wê bêje polîtîkaya min hatiye erêkirin. Naxwe ez di rêya rast de me û dê li ser zilmê berdewam be.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî rojane li meydanan bi taybetî ji bo Stenbolê bangî Kurdên hemû bajar û metropolên Tirkiyeyê dike ku dengên xwe bidin DEM Partiyê da ku hêza xwe nîşanî aliyan bide û mixetab bê wergirtin.