Li Stenbolê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji 13 kesên ku bi “hinceta PKKyê” hatibûn desteserkirin 2 kes hatin girtin.

Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê rojên 27 û 29ê Adarê bi hinceta ku “endamê Tevgera Ciwanên Demokratîk in” li Stenbolê 13 kes desteser kiribûn.

13 kesên ku hatibûn desteserkirin îro ji bo Dadgeha Stenbolê hatin şandin.

Dadgehê derbarê 2 kesan de biryara girtinê da.

6 kes bi şertên kontrola dadî û 5 kes jî bi şert hatin berdan.

Hat îdiakirin ku kesên hatine girtin li navçeya Esenlerê ya Stenbolê wêneyên rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi dîwar û stûnan ve kirine.