YSK: Giliyên dijî berbijêriya Erdogan hatin redkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan li Tirkiyê derbarê giliyên li dijî berijerêriya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de biryar da û ragihand ku bi piraniya dengan nerazîbûn hatine redkirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê Ahmet Yener roja Pênceşmê 30 Adara 2023an ragihand ku wan derbarê nerazîbûnên dijî namzediya serokkomariyê ya Erdogan, Kiliçdaroglu, Sinan Ogan û Muharrem Înce de biryar daye.

Yener piştî civîna Desteya Bilind daxuyaniyek da û dibêje wan di civînê de derbarê nerazîbûna dijî namzediya Erdogan, Kiliçdaroglu û Muharrem Înce de biryar dane û bi piraniya dengan nerazîbûnên hene hatine red kirin.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Ali Babacan berî niha ragihandibû ku Serokkomar Recep Tayyip Erdogan nikare bo cara sêyem bibe berbijêrê Serokkomariyê û ev nehiqûqî ye.

Bacan herwiha gotibû: “Em dê li dijî berbijêriya Erdogan serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bidin.”