Spectrum House: Piştî erdhejê ji 4 kesan yekî rengê dengê xwe guhertiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Raman û Lêkolînan a Spectrum House, piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ji her 4 dengdêran yekî biryara xwe li ser partiya ku wê deng bidiyê de, guhertiye.

Navenda Raman û Lêkolînan a Spectrum House, piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê di navbera 10-15ê Adara 2023an de li 10 bajaran bi hezar û 446 kesan re di derbarê bandorên erdhejê de li ser siyasetê rapirsiyek kiriye.

Rapirsî li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Antalya, Samsun, Kayseri, Trabzon, Erzerom û Amedê hatiye kirin û derketiye ku piştî erdhejê, ji her 4 dengdêran yekî bijardeya xwe guhertiye. Piraniye kesên ku bijardeya xwe guhertine, gênc û hejar in.

Li gorî rapirsiyê piştî ku dengên bêbiryar li gor rêjeya partiyan li ser wan bêne dabeşkirin, rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AKP: %37.6

CHP: %26.5

HDP: %11.3

ÎYÎ Partî: %8.8

MHP: %8

Partiya Memleket: %2.7

Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP): %1.4

Dengên hevpeymaniyan jî wiha ne:

Hevpeymaniya Cumhur: %46.3

Hevpeymaniya Millet: %37

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê: %%12.7

Dengên berbijêrê serokkomariyê jî wiha ne:

Recep Tayyip Erdogan: %44.7

Kemal Kılıçdaroglu: %36.9

Berbijêrê HDPê piştgiriya wî bike: %9.4

Muharrem Înce: %8.2