Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) destpêkir. Ewlehiya hilbijartinên 14ê Gulanê mijara sereke ya civînê ye.

Îro Roja Pêncşemê 30ê Adara 2023an di demjimêr 15.35an de Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) bi serokayetiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, civiya.

Yek mijarên sereke yên civînê ewlehiya hilbijartinên 14ê Gulanê ye û tê pêşbînîkirin ku tedbîrên ewlehiyê  yên derbarê wan hilbijartinan de bên wergirtin di civînê de bên gotûbêj kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê dê di civînê de li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê û cîhanê jî gotûbêj bên kirin.

Pêşhatên dawî yên li Deryaya Egeyê û Rojhilatê Deryaya Spî jî mijareke din a civînê ye.

Biryar e Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civînê gotarekê pêşkêş bike û derbarê navaroka civînê de biaxive.