Li Tirkiyê înternet ji %67 tê bihakirin

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Înternet Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya biryareke nû de înterneta Turk Telekomê bi rêjeya ji sedî 67 tê bihakirin.

Di çarçoveya biryareke nû Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan a Tirkiyê de dê nirxê înterneta Turk Telokomê ku saziyeke dabeşkirina înternetê ya Tirkiyê ye, ji sedî 67 bê bihakirin.

Komaleya Kargerên Telekomînîkasyona Azad (TELKODER) ragihand ku biryara bihakirina înternetê dê ji 1ê Nîsanê û şûnde bikeve warê cîbicîkirinê û got: “Ev biryar dê zereke zêde ya maddî bigehîne kompanyayên mezin ku ji Turk Telekomê bikom înternetê dikirin û digehînin muşteriyên xwe.”

Serokê Şanda Rêvebir yê Komaleya Kargerên Telekomînîkasyona Azad Halil Nadir Teberci di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de karvedan nîşan da û got: “Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan diviyabû berî vê biryara bihakirina zêde, teqez nêrîna kesên di vê sektorê de kar dikin wergirtiba û ji bo derbasbûna vê tarîfeya bihayê wê zêde ya înternetê demek diyarkiriba. Em dixwazin ev biryar careke din di ber çavan re bê derbaskirin û hilweşandin.”

Ev di demekê de ye ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê bihakirin û hêza kirînê ya pereyê tirkî roj bi roj kêm dibe.

Li gor amarên hikûmetê rêjeya enflasyonê li Tirkiyê ji sedî 54 e, lê saziyên serbixwe û opozîsyon dibêjin ew rêje zêdeyî ji sedî sed e.

Hikûmeta Tirkiyê bi destpêka sala 2022ê mûçeyê kêmane derdora ji sedî 50 zêde kir, lê ji ber bilinbûna rêjeya enflasyonê û daketina nirxê lîreyê Tirkî ew zêdebûn berî ku bikeve berîka welatiyan di çend mehan de heliya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst