Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza îadeya doznameya HDPê kir

30-03-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Dadgeha Destûra Bingehîn Dozname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Dadgeha Destûrê yê ku ji bo doza girtina HDPê hatibû erkkirin, di serlêdana Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind de kêmasî tespît kir.

Raportorê ku doznameya girtina HDPê ya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind lêkolîn dikir, raporta xwe ya lêkolînê ya yekem temam kir û pêşkêşî heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn kir.

Li gorî raportê, an ji bo kêmasî bên temamkirin serlêdanê ji Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind re bê îadekirin an jî dozname bê qebûlkirin û ji bo kêmasî bên temamkirin wext bê dayîn.

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn, sibê roja Çarşemê (31.03.2021) dê di derbarê dozê de yekemîn lêkolîna xwe bike û ew ê biryar bide ku dozname bê qebûlkirin an na.

Dadgeha Destûra Bingehin ya Tirkiyê yekemîn lêkolîna doza girtana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 31ê Adarê de niqaş bike.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li dijî HDPê doza girtinê vekiribû û Dadgeha Jorîn ya Destûra Bingehîn yekemîn lêkolîna doza girtana HDP dê di 31ê Adarê de niqaş bike.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina HDPê li Dadgeha Destûre doz vekiribû û dozname ji bo Dadgeha Jorîn ya Destûra Bingehîn hatibû şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst