Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe hilbijartinên şaredariyan birêve diçin

30-03-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku ew dê 5 salan wezîfeyê bikin sibe dê here ser sindoqên dengdanê.

 

Di hilbijartina şaredariya ya 31ê Adara 2019an de 57 milyon dengdêr dê li ser 194 hezar û 390 sindoqan dengê xwe bidin.

 

Li gor biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP dê beşdarî hilbijartinê bibin.

 

Ji bilî şert û mercên di qanûnê de hatine rêzkirin her dengdêr dê li ser sindoqa lê hatiye tomarkirin dengê xwe bikar bînin. Dengdêr nikare ji bo heman hilbijartinê ji carekê zêdetir dengê xwe bide. Dengdêr li kîjan herêmê tomarkirî be dê bi tenê li wê herêmê dengê xwe bide.

 

Dengderên li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizlî, Amed, Erzirom, Eskîşehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Meraû, Qeyserî, Kocaelî, Qonya, Meletî, Manisa, Mêrdîn, Mêrsin, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon û Wanê dê ji bo "şaredariya bajarê mezin", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" dengê xwe bikar bînin.

 

Li bajarên ku bajarê mezin nînin jî dengdê dê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe biavêjin. Dengderên li gundan dê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "mixtar û heyeta îxtiyaran" dengê xwe bidin.

 

Rengê dengê werin dayîn jî wiha ne: Şaredariya bajarê mezin "sipî",  şaredariya navçe û bajêr "hêşîn", endamtiya meclisa şaredariyê "zer".

 

Saetên dengdayînê 


Li gor biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind dengderên li Semsûn, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bidlîs, Amed, Elezîz, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an de li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an de deng xwe bikar bînin. 

 

Li bajarên saeta dengdayînê  07.00-16.00 e beriya saet 16.00an li bajarên din jî beriya 17.00an deng dê neyên hejmartin. Her çiqasî hemû dengdêr dengê xwe dabe jî heta saeta deng dayînê temam nebe ew dê nikaribin sindoqan vekin.

 

Kesên nexweş, bizaro û astengdar dê qet li hêviya dorê nesekinin û dengê xwe bikar bînin. Wekî w kesên alîkariyê didin van dengdêran jî dê li benda dorê nesekinin û dengê xwe bidin. 

 

Qedexeyên roja hilbijartinê 


Îro di navbera saet 06.00 û 24.00an de alkol dê neyê firotin, li ciyên umumî firotin û vexwarina alkolê qedexe ye, di dema dengdayînê de cihên kêfxweşî û şahiyê dê neyên vekirin, li xwaringehan bi tenê xwarinê bê dayîn. 

 

Ji bilî hêzên ewlekariyê te kes nikare sîlahê bi xwe ra bigerîne. Di radyoyan de hetanî saet 18.00an derbarê hilbijartinê de şîrove, xeber, texmîn dê neyê kirin, ev qedexe ye. Di radyo û hemû dezgehên çapemenî û medyayê de di navbera saet 18.00-21.00an de derbarê hilbijartinê de bi tenê xeberên ku ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind hatine bên belavkirin. 

 

Piştî saet 21.00ê hemû weşanê serbest bin lêbelê eger Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryarê bide dibe ku beriya vê saetê jî weşanê serbest bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst