Li Tirkiyê hilbijartinên şaredariyan weke mijara "man û nemanê" tê dîtin

30-03-2019
RÛDAW
Hilbijartinên şaredariyan weke mijara "man û nemanê" tê dîtin
Hilbijartinên şaredariyan weke mijara "man û nemanê" tê dîtin
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja yekşemê hilbijartinên şaredariyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve diçe, ev hilbijartin ji bo Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çarenûssaz e û herdu aliyan hemû giraniya xwe xistine vê hilbijartinê.

 

Ev hilbijartin ji bo Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî, tenê hilbijartineke diyarkirina şaredaran nîne, ku  berpirsyariya wan a sereke karûbarên bajaran e, ji bo Erdogan û partiya wî di heman demê de ceribandina giring a siyasî ye jî, ku nîşan dide niha welatiyên Tirkiyê çiqas li gel siyasetên AK Partiyê ye û herwiha dê bibe pîvanekê ji bo xwendina pêgeha siberojê ya Serokomarê Tirkiyê û partiya wî di siyaset û desthilatdariyê de.

 

Erdogan jî li gel vê nêrînê ye û hilbijartinên şaredariyan weke mijara man û nemanê dibîne.

 

Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Di 31ê Adarê de ez çaverêya piştgiriyeke bihêz a navendên bajaran û navçeyan dikim. Ev hilbijartin tenê hilbijartinên şaredariyan nîne, di heman demê de hilbijartina man û nemanê ye.”

 

Pisporên siyasetê di wê baweriyê de ne ku bajarên mezin ên weke Stenbol û Enqere roleke wan a mezin heye li ser diyarkirina siberoja siyaset û desthilata Tirkiyê.

 

Di hilbijartinên roja yekşemê de serok û endamên şaredariyên 30 bajarên mezin, 51 navendên parêzgehan, 922 navçe û bi deh hezaran gundan têne hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst