Li Dêrikê amadekariyên ji bo parastina ji lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi amadekariyên parastina xelkê deverê ji lehiyê kiriye û komîteya hawarçûnê bo çavdêriya bendavên Mizgeft û Meşûqê hat avakirin.

 

Li Çila Axa û Tirbe Spiyê komîteya hawarçûnê hat avakirin.

 

Li taxeke bajarê Dêrikê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, şaredariya gel dest bi çêkirina komên axê li çend cihan kiriye û rê li ber herikîna ava baranê vedike, daku bilindbûna ava çem û lehî zererê negihîne xelkê deverê.

 

Di heman demê de jî, li Çil Axa û Tirbe Sipiyê, komîteya hawarçûnê ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, ew jî ji bo çavdêrîya rewşa herdû bendavên Mizgeft û Meşûqê, ku rêjeya avê di wan herdû bendavan de bilind bûye.